Heyeta herî payebilind a çûyî serdana Rêveberiya Xweser, 16'ê Gulanê hevdîtin bi rayedarên eskerî û siyasî yên rêveberiyê re kirin. Ev dibe ku nîşana amadekariyên qebûleke siyasî ya rêveberiyê be. Lê ya ku wê qebûlekê û berjewendiyên Rojava misoger bike, siyaeet, dîplomasî û xurtiya eskerî ya rêveberiyê ye.
LUQMAN GULDIVÊ
Pêr rêveberiya DYE'yê bi daxuyaniyekê da zanîn ku heyeteke wan a payebilind çûye serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Li gorî daxuyaniyê di heyetê de Alîkarê Wezîrê Karê Derve Joey Hood, cîgirê wî û Nûnera Taybet ya ji bo Sûrî Aimee Cutrona, cîgirê wê David Brownstein, û Rêvebera Desteya Ewlekariya Neteweyî ji bo Iraq û Sûrî Zehra Bell di heyetê de bûn. Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) di daxuyaniyê de da zanîn ku heyet bi rayedarên payebilind ên QSD, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û bi endamên payebilind ên Meclîsa Reqayê û serekên eşîrên Reqayê re hevdîtin kirine. Ji bilî van heyet bi muxatebên eskerî yên di koalîsyona li dijî DAIŞ'ê re û bi nûnerên saziyên alîkariya insanî re peyiviye. Armana hevdîtinan weke timî dîsa weke, misogerkirina şikandina misêwa ya DAIŞ'ê hatiye nîşandan.
Gelo gaveke qebûla siyasî ye
Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Emerîkayê bi rêya heman daxuyaniyê gotiye, ew destekê din her hewldanan ji bo çareseriya siyasî ya şerê li Sûrî. Ji vê daxuyaniya pirr teknîkî, mirov digihîje hin encaman. Ya ewilî, ev heyeta sivîl a herî payebilind a DYE'yê ye ku diçe serdana Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Li aliyê din, heyet li gorî daxuyaniya fermî bi MSD'ê re jî peyiviye. Yanî pirr eşkere nehatibe îfadekirin jî, hem bi QSD û hem jî MSD'ê re hevdîtin, dibe ku îşaret bi amadekariyên îtîrafpêkirineke siyasî ya Rêveberiya Xweser jî bike. Jixwe, rayedarên Rêveberiya Xweser dan zanîn ku heyet bi wan re jî rûniştiye.
Rêveberiyê ji DYE'yê xwest bi roleke siyasî jî rabe
Piştî belavbûna nûçeya serdana heyetê, doh cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re peyivî. Bedran Çiya Kurd got, serdana şandeya Emerîkayê ji bo teqezkirina dewamkirina piştgiriya leşkerî û siyasî ji bo herêmê û bi hemû rêbazan piştevaniya hewldanên bipêşxistina çareseriya siyasî ya ji şerê Sûriyê re bûye.
Bedran Çiya Kurd jî piştrast dike ku bi nûnerên Rêveberiya Xweser ên leşkerî û siyasî re hevdîtin hatine kirin. Heyeta Emerîkî jî “Di hevdîtinan de teqezî bi wê yekê kiriye ku ew ê di şerê li dijî terorê de piştgiriyê bidin QSD'ê û Rêveberiya Xweser, ew ê pitşgiriya istîqrara li herêmê bikin di warê aborî û mirovî de û li ser kêmkirina şer û nakokiyan li herêmê kar bikin."
Bedran Çiya Kurd dibêje, wan jî ji heyetê xwestiye, DYE weke aliyê leşkerî her wiha di xebatên siyasî de jî bi rola xwe rabe. Rayedarên leşkerî û siyasî yên Rojava wiha bal birine ser dagirkerî û siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk: “Wan bal bire ser rewşa herêmên dagirkirî û bi taybetî Efrînê, ya ku rastî hemleyeke qirkirinê ya berfireh tê û wan xwest sînorek ji wan sûcan re bê danîn. Wan her wiha behsa astengiyên aborî kiriye ku li gel hişkesaliyê û qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve, yek ji pirsgirêkên sereke ye.”
Di siyaseta DYE'yê de îstîqrar bi kêra kê tê?
Ji axaftina Bedran Çiya Kurd a ji ANHA'yê re jî kifş dibe ku ev serdana herî payebilind a Emerîkî ya heta niha bû ji bo Herêmên Rêveberiya Xweser. Lê gelo encamên vê yên siyasî wê ji bo qebûlkirina fermî ya Rêveberiya Xweser wê derkevin meydanê yan na, hîna ne diyar e. Gavên siyaseta rêveberiyê, tesîra dîplomasiya wê û xurtiya projeya wê ya siyasî, wê vê yekê nîşan bidin. Diyar e, qet nebe di meseleya Sûriyê de hewldanên siyasî û eskerî yên rêveberiya Biden êdî hevgirtî ne. Lê ka di van hewldanan de aliyê Kurd wê çi qasî berjewendiyên xwe bide dîtin û qebûlkirin, wê elaqedarî xurtiya rêveberiyê ya siyasî û eskerî be.