Çi ji şandeya Kurdan dixwazin?
Pêncşem 12 Hezîran 2025 - 03:00
Piştî ku navên endamên şandeya Kurdan a ji bo hevdîtinên bi desthilata Şamê re aşkera bûn, şêniyên Til Temrê û koçberên ji herêmên dagîrkirî daxwazên xwe anîn ser ziman.
Di 4’ê Hezîranê de li ser rêkeftina konferansa "Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" ku di 26’ê Nîsanê de li bajarê Qamişloyê li dar ket, navên endamên şandeya dan û standinan bi desthilata Şamê re hat eşkerakirin. Endamên şandeyê xwe amade dikin ku biçin Şamê û bi desthilata Şamê re ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gotûbêjan bikin.
Şêniyê Til Temirê û koçberên ji Serêkaniyê û Girê Spî der mijarê de daxwazên anîn ser ziman. Şêniyan xwest gera yekem a dan û standinan li ser bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyeyê û vegera ewle ya koçberan be, bi taybet koçberên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.
Şêniyê ji Serêkaniyê Mehmûd Mihemed der barê mijarê wiha got: "Em ji şandeya kurdî ya ku dê biçe Şamê ji bo danûstandinan bi hikûmeta demkî re bike dixwazin ku gera yekem a danûstandinan ji bo vegera kurdên ku bi darê zorê ji malên xwe yên li Serêkaniyê, Girê Spî Eftînê koçber bûne be."
Xedîca Asim Îbrahîm daxwaza reformên destûrî yên berfireh kir û got: "Em daxwaz dikin ku şandeya ku ji bo danûstandinê bi Şamê re xwe amade dike, bixwaze ku destûr û xalên wê yên yekalî werin guhertin. "
Berces Ezîz Îbrahîm jî bal kişand ser aliyên çandî û neteweyî yên doza Kurdî û got: "Divê şandeya Kurdî ku xwe ji bo danûstandinê ligel desthilata Şamê amade dike, hêviyên gelên ku êşên giran kişandine û ziman û nasnameya wan ya çandî di bin desthilata rêjîma berê ya Baas'ê de ji holê rabûye, bîne cih."
ANHA/HESEKÊ/EBDILXENÎ EL HAMAN