- Isolotto: Derbarê jiyana centauran û dinyaya wan de nediyariyek heye. Kes nizane çi bi serê wan hatiye. Ev yek tiştekî trajîk yan jî hêvîçêker e, kes nikare texmîn bike. Her çiqas ew ne rastî bin û weke fîgûrên mîtolojîk di hişê me de mabin jî em berxwedana wan hîs dikin.
XASÊ CÛNÊ
Hunermenda Danîmarkî Uffe Isolotto, bi pêşangeha xwe ya “We Walked the Earth” (Em li dinyayê geriyan) tevlî Bîenala Venedîkê ya îsal bûye.
Wê bi vê pêşangeha xwe bal biriye ser “centaur”an ango ew efrîdên mîtolojîk ên ku nîv hesp û nîv jî insan in. Ev pêşangeha Isolotto, ji hêla dîtbarî ve pêşangeha herî balkêş a Bîenala Venedîkê hat binavkirin.
Pêşangeha ku kuratoriya wê Jacob Lillemose kiriye, derbarê rewşa dinyaya me ya îro de, hest û têkiliyên insanan de jî gelek tiştan tîne ziman.
Hunermend Isolotto jî ji bo projeya xwe dibêje; çîrokeke mîtolojîk e, ya ku behsa hêvî û neçariya siberojê dike. Behsa Centauran di mîtolojiya Yewnan de tê kirin û paşê di mîtolojiya Romayiyan de jî cih digirin. Lê ji ber ku heywanên mîtolojîk in, di wêjeya fantastîk de jî gelek caran navên wan tên hildan û behsa wan tê kirin. Her wiha di gelek çîrokan de jî navê centauran tê birin. Isolotto jî li gorî erdnîgarî û jiyana çewligan a Danîmarkayê centaur bi awayekî xeyalî şirove kirine.
Trajediya centauran
Isolotto ji bo familyaya “centaur”an dibêje, “Ew hewl didin li vê dinyaya ku tenê insanbûyîn têrê nake, bijîn û ji xwe re ciyekî bibînin.” Isolotto bi vê pêşangeha xwe, trajediya ku hatiye serê centauran, tîne ziman. Ji bo xebata xwe baştir nîşan bide, ciyekî mezin ji bo wê hatiye veqetandin. Li odeyekê centaurek nêr heye ku xwe daleqandiye. Li odeyeke din jî centaureke mê heye û ew ducanî ye. Ev xebata Isolotto di heman demê de derbarê jiyana pastoral ango gundewarî ya Danîmarkayê de jî hin peyaman dide. Her wiha wê bi vê xebata xwe ya xeyalî kiriye ku xelk li ser rastiya centauran jî texeyul bikin û li jiyana wan bifikirin.
Di navbera hêvî û nemana hêviyê de
Di xebata Isolotto de sê centaur hene. Dê, bav û zarokeka wan. Wê behsa drama vê malbata sê kesî kiriye di berhema xwe ya hunerî de. Li hember rastiya ku tim diguhere, ew nikarin êdî li ber xwe bidin û pirr zehmetiyê dikişînin. Ev rastiya ku tim diguhere, dinyaya me ya îro îfade dike yan jî wê tevlîheviya di navbera hêvî û nemana hêviyê de. Dema cara ewil mirov çav bi xebata Isolotto dikevin, xwe li çewligeke Danîmarkayê hîs dikin; li derûdorê zibilê heywanan heye û hewşên bi giya û keviran hatine çêkirin hene. Lê mirov dema dikeve nava vê çewligê û li odeyan digerin, bi xebateke xeyalî re rû bi rû dimînin. Ya rastî, Isolotto dinyayeke xerîb teswîr dike, dinyayeke ecêb, a ku kesî berê tiştekî wisa bi çavên xwe nedîtiye!
Dişibin insanan lê cuda ne
Fîgûrên Isolotto ango centaurên ku ew texeyul dike bi dest, rû û bedena xwe her çiqasî bişibin insanan jî ew ji insanan cuda ne. Bi gewde û dest û lingên xwe ji însanan mezintir in û çermê wan bi îşaretên nenas hatine nîşankirin. Li derûdora wan hin giya hene û ji nav vê giyayî aveke ku rengê wê şîn e, diherike. Lê Isolotto baş diyar nekiriye bê ka ev ava şîn ji bo centauran çi îfade dike. Gelo ji bo wan tiştekî baş e yan jî ne baş e, wê biryara vê yekê ji kesên tên serdana pêşangehê re hiştiye. Dibe ku ev ava şîn dermanek be jî, lê em tê dernaxin û nizanin ji bo çi ye! Li hêla din centaura mê ya ducanî dizê û centaureke melez tê dinyayê. Yanî centaura nû ya ku tê dinyayê ne weke dê û bavê xwe ye. Ew cûreyekî melez e. Isolotto bi melezbûnê jî dixwaze hin peyaman bide.
‘Em berxwedana wan hîs dikin’
Hunermend Isolotto derbarê centauran û pêşangeha xwe ya “We Walked the Earth” (Em li dinyayê geriyan) de dibêje, “Derbarê jiyan û dinyaya centauran de nediyariyek heye. Kes nizane çi bi serê wan hatiye. Ev yek tiştekî trajîk yan jî hêvîçêker e, kes nikare texmîn bike. Her çiqas ew ne rastî bin û weke fîgûrên mîtolojîk di hişê me de mabin jî em berxwedana wan hîs dikin. Ev zemanê ku niha em tê de ne, di warê ekolojîk, polîtîk û hebûnî de gelek zehmetiyan derdixe pêşiya me. Her ku diçe, ev xemanê ku em tê de ne, tevlîhevtir dibe û kes nizane dê çi were serê me. Mirov dikare bibêje, bi qasî hêviyê, nemana hêviyê jî heye. Min jî xwest bi vê xebatê bi aweyekî fizîkî behsa vê rastiyê bikim. Yanî min ev hêvî, nemana hêviyê û nediyariya razber a zemanê me, darîçav kir.”