Cezayê Mîrza Bîlen betal bû

Nûçeyên Dîaspora

În 1 Îlon 2023 - 10:13

Mîrza Bîlen bi dersînorkirina Fransayê, azad bû. Beriya niha Dadgeha Eyaletê ya Bilind a Munchenê li Elmanyayê ji ber xala qanûna ceza ya Elman 129b´yê 3 sal cezayê hepsê li Mîrza Bîlen birrîbû. Elmanyayê Mîrza Bîlen pêr dersînorî Fransayê kir. Mêrza Bîlen li vir hat berdan û hevalên wî ew pêşwazî kirin. Cezayê li Elmanyayê lê hatiye birrîn hat betalkirin.

Aktîvîstê Kurd Mîrza Bîlen li Fransayê fermî weke penaber ahtibû qebûlkirin. Mijdara 2022´yan Dadgeha Biloind a Eyaletê ya Munchenê, 3 sal cezayê hepsê lê birrîbû ji ber xala 1299b´yê. Ev xal herî zêde ji bo krîmînalîzekirina Kurdan li Elmanyayê tê bikaranîn.

Hat zanîn ku rayedarên Elman, Mîrza Bîlen 3´yê Tebaxê ji Hepsa Bayreuthê birine ser sînorê Fransayê. Li gorî Azadî e.V radigihîne, ew 10 Tebaxê birine Kehlê. Pişre jî çawa ku ew radestî rayedarên Fransî kirine, rayedarên Fransî Mîrza Bîlen berdane û dostên wî ew bi kêfxweşî pêşwazî kirine.

Mîrza Bîlen destpêka Gulana 2021´ê li Nurnbergê hatibû girtin. Li elmanyayê hîna jî ji ber 129b´yê 11 Kurd di hepsê de ne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.