Hevşaredara Gêlê Gulistan Ensarîoglû ku şûna wê ji aliyê AKP-MHP’ê ve hate dagirkirin, bi 6 sal û 3 meh cezayê hepsê hate cezakirin.

Hevşaredara Gêlê Gulistan Ensarîoglû ji ber lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû destpêkirin , di 30’ê cotmeha 2020’an de hatibû destgîrkirin. Piştre bi îdîaya ”endamtiya rêxistinê” doz li Ensarîoglû hatibû vekirin. Danişîna doza Ensarîoglû li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Ensarîoglû û parêzerên xwe Ferîde Laçîn û Ûgûr Bîngo tevlî danişînê bûn.

Di danişînê de dozger mutalaaya xwe da û xwest ku Ensarîoglû bi îdîaya ”endamtiya rêxistinê” bê cezakirin. Parêzerên Ensarîoglû li dijî mutalaayê derketin û ji bo muwekîla xwe daxwaza beraetê kirin. Dadgehê, li ser daxwaza dozger bi îdîaya ”endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Ensarîoglû birî.

AMED