Serokkomarê berê yê Fransayê Nicolas Sarkozy, elaqedarî doza fînansekirina îllegal a kampanyaya hilbijartinê, bi cezayê hepsê ê salekê hat cezakirin.
Nicolas Sarkozy ji vê doza bi navê ‘’Bygmalion’’, sûcdar hate dîtin ji ber fînasekirina îllegal a kampanyaya hilbijartinê ya sala 2012’an. Dadgehê 6 meh jê tecîlkirî, salek cezayê hepsê li Sarkozy birrî.
Dadgehê eşkere kir ku biryarên girtîgehê yên di vê dozê de bi kelepçeya elektronîk wê bi rengê hepsa nav malê bin.
Serokkomarê berê li rûniştina meha Hezîranê ‘niyeta şelandinê’ qebûl nekir û got, ti agahiya wî jê nîne, ji fînansekirina kampanyaya hilbijartina serokkomariyê ya sala 2012’an ya bi bihayê 42,8 milyon euroyî bi fatoreyên qelp. Ev mîqdar ji ya ku qanûnan sînordar kiriye, du caran zêdetir e.
Di eynî dozê de 13 kadroyên partiya UMP’ê û şirketa Bygmalion jî hatin dadgehkirin. Ji 2 salan heta 3,5 salan cezayê hepsê li 13 kesan hate birrîn.
PARÎS