• Dadgeha Hewlêrê cezayê girtîgehê li 4 aktîvîstên Behdînanê birrî. 

Dadgeha Hewlêrê cezayê girtîgehê li 4 aktîvîstên Behdînanê birrî. 

Rûniştandina dadgehkirina girtiyên Behdînanî Şêrwan Teha, Bendewar Eyub, Karker Ebas û Mesûd Elî doh li Dadgeha Cezayê Giran a Hewlêrê ya Duyem pêk hat.

Parêzer Herêm Rifet diyar kir ku dadgehê du sal û şeş meh ceza li Şêrwan Teha, sê sal û şeş meh li Mesûd Elî Şengalî, salek û du meh jî li Bendewar Eyub û Karker Ebas birriye.

Parêzer Rifet diyar kir ku Elî Şengalî tenê ji ber ku nameyek ji bo alîkariya saziyên civakî ji Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê re şandiye, hatiye cezakirin. Parêzer ragihand ku ev yek bêedaletiyeke mezin e û biryar qanûnî nîne.

Parêzer Beşdar Hesen jî bi civîneke çapemeniyê got, "Binpêkirineke mezin a hiqûqî çêbû. Rûniştin bi dawî bû. Em ê di nava 30 rojan de li ber biryarê rabin û biryarê bibin dadgeha temyîzê. Em hêvîdar in ku dadgeha temyîzê bi van belgeyan bawer neke û biryara berdana wan bide."

HEWLÊR