Ceza li mela birrîn
Şemî 27 Gulan 2023 - 01:41
Çarşema bihurî, hêzên rejîma Îranê li Ebulcebar Lutfî, melayê mizgefta Îrşad a Sineyê, 7 meh û nîv cezayê hepsê û 74 derbên qamçî û qedexekirina jixwekirina kincên melatiyê birrîn.
Dadgeha Hemedanê melayê Kurd bi ‘propagandaya li dijî sîstemê û têkdana rewşa giştî’ sûcdar dike.
Hêjayî gotinê ye, dadgeha Hemedanê ji ber ku piştgirî daye raperîna ‘Jin jiyan azadî’, bang li mela Ebdulhemîd Cebar jî kiriye.
KURDPA/SINE