• Dozgeriyê ji ber ecibandina şiroveyekê, 3 hezar û 600 euro ceza li Samî Baydar birrî.

Di nava rêveberiyên eyaletên Elmanyayê de ya herî zêde dijminahiyê li welatiyên xwe yên Kurd, piştgirên wan û çepgiran dike, Bayern e. Ev helwêsta wê rê li ber dozên ecêb vedike. Herî dawî dozgeriya Augusburgê li Samî Baydar ê Suryanî yê bi eslê xwe ji Midyadê, ji ber ku şiroveyeke li ser Facebookê eciband, 3 hezar û 600 euro ceza birrî.

Polês, dozger û dadgehên Bayernê bi helwêsta xwe ya li dijî çalakgerên Kurd û çepgir pirr dişibin ên dewleta Tirk. Çalakgerê Suryanî yê çepgir Samî Baydar, ji ber helwêsta xwe ya siyasî gelek caran ketiye ber lêpirsînan û doz lê hatine vekirin; hem li Tirkiyeyê û hem jî li Elmanyayê. Dozgeriya bajarê Bayernê Augsburgê, ji ber ku şiroveyeke di bin parvekirineke xwe de ecibandiye, 3 hezar û 600 euro ceza li Samî Baydar birrî.

Baydar li ser hesabê xwe yê Facebookê, 14´ê Kanûna 2020´an agahiyek parve kir û got, "Polêsên bi eslê xwe Tirk" çûne mala wî. Li bin vê parvekirinê, kesekî wiha çirove kir: "Bi ya min ev polês endamê JITEM´ê ne. Gurên Boz jêhatne ku bikevin nav karên dewleta Elman." Samî Baydar jî ev şirove eciband. Piştî vê, dozgeriya Augsburgê 26´ê Sibatê teblîxî wî kir ku bi tohmeta "reşkirina polês" pereyê ceza yê 3 hezar û 600 euroyî li wî hatiye birrîn.

Samî Baydar li ser mijarê ji malpera perspektive-online.net [rojnameyeke online] re peyivî. Wî got, Midûriyeta Polêsan a Bayernê parvekirinên wî timî kontrol dike û li unsûrên sûc digere. Ev doza ecêb jî encama vê helwêstê ye. Polês wekî din ji gelek kesên di Facebook yan jî Instagramê de wî nas dikin, pirsa wî kiriye. Van kesan bi xwe ji wî re gotiye, polêsan li wî pirsiye.

AUGSBURG