Endamên çeteya Hikûmeta Şamê, Dîfa Wetenî li Qamişloyê ciwanek birîndar kir.

Endamên Dîfa Wetenî yên girêdayî hêzên hikûmeta Şamê li taxa Helko ya bajarê Qamişloyê gule li ciwanê bi navê Basil Xidir Elî yê 27 salî reşandin. Di encamê de ev ciwan ji lingê xwe yê çepê birîndar bû.

Hêzên Asayîşê, Basil Elî yê ji navçeya Til Hemîsê, rakirin nexweşxaneya Ferman, li gorî xebatkarên tenduristiyê rewşa wî baş e.
Ev çend roj in li Qamişloyê aloziya ewlehiyê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û Hêzên Asayîşê yên Rêveberiya Xweser de heye. Ev alozî piştî hemleyên girtina ciwanan ji aliyê hêzên hikûmeta Şamê ve derket.

QAMIŞLO