Çeteyên dewleta Tirk sûcên şer dikin

Sêşem 16 Tîrmeh 2024 - 00:31

SERKAN DEMÎREL / ANF / CENEVRE

Maloca Înternatîonale têkildarî binpêkirinên mafan ên li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de diqewimin, rapor pêşkêşî CPT’ê kir, di raporê de tê destnîşankirin ku çeteyên bi ser Tirkiyê ve sûcên şer dikin, dewleta Tirk êrîşên binesaziyan dike, sivîlan dikuje û herêmê ji Kurdan dide valakirin. Rûniştinên 80’emîn ên Komîteya Li dijî Cezakirinê yan jî Kiryarên Biçûkxistinê, yan jî Li Derveyî Mirovahiyê û Zalimane yên Din û Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), 8’ê Tîrmehê destpê kir û wê heta 26’ê Tîrmehê dewam bike. Bi çarçoveya van rûniştinan hîn jî têkildarî sûcên dewleta Tirk li qada navneteweyî xebat tên meşandin. Rêxistinên civakî yên sivîl ên di bin sîwana NY’ê de xebat dimeşînin, raporan didin.

Rûniştin wê 17-18’ê Tîrmehê were lidarxistin. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên raporê didin rûniştinên têkildarî Tirkiyeyê, wê beşdar bibin. Di rûniştinê de wê pirs ji Tirkiyeyê bên kirin.

Maloca Înternatîonale rapor pêşkêşî van rûniştinan kir û bal kişand ser polîtîka û êrîşên dagirkeriyê yên ku dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê.

Dewleta Tirk ziyanê dide binesaziyê

Di raporê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk mudaxilê şerê li Sûriyeyê bûye û sedemê vê yê esas jî ew e ku bandora Kurdan a li herêmên nêzî sînorê xwe kêm bike. Di raporê de ev tişt jî hat gotin: “Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê, operasyonên leşkerî yên cur be cur da destpêkirin. Di van operasyonan de herêmên di bin kontrola Kurdan de hatin hedefgirtin. Ev operasyon bûn sedem ku nifûsa Kurd di rêjeyeke girîng de ji cihên xwe bibin, binesazî texrîb bibe û gelek sivîl jiyana xwe ji dest bidin.” Di raporê de hate destnîşankirin ku têkildarî sûcên şer ên li herêmên dagirkirî hatine kirin, roporên piştrastkirî hene û ev tişt hat diyarkirin: “Komên Sûriyeyî bi piştevaniya Tirkiyeyê gelek kiryarên weke êşkence, înfaz û revandina sivîlên Kurd pêk aniye, têkildarî van sûcên şer raporên piştrastkirî hene. Hêzên Tirk piştgiriyê didin van koman û carnan jî rasterast bi xwe koordîne dikin. Van koman ji bo Kurdên li van herêmên rewşeke tirs û bêewle ava kiriye. Çalakiyên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê, bandorên giran li mirovan kiriye. Bi hezaran Kurd neçar mane ku malên xwe biterikînin û ev jî bûye sedemê krîzeke koçberiyê.”

Divê hesab ji Tirkiyê were pirsîn

Di raporê de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku li dijî binpêkirinên mafan ên li herêmên dagirkirî tên pêkanîn, wezîfeya xwe bi cih bînin û wiha hate gotin: “Gelê Kurd li Tirkiyeyê û di encama kiryarên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê de, rû bi rûyê zehmetiyên cidî û binpêkirinên mafên mirovan dimîne. Divê ev pirsgirêk bên nirxandin û civaka navneteweyî divê hesab bipirse. Divê alîkariya mirovî bê pêkanîn û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, hewldaneke hevpar bê raberkirin.

Kurdan ji cihê wan dikin

Operasyonên leşkerî yên ku Tirkiyeyê li Sûriyeyê pêk anîn, bûye sedem ku Kurd bi zorê ji cihên xwe bibin. Mirov bi xetereya êşkence yan jî muameleya xirab re rû bi rû dimînin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.