Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrş birin ser gundên bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li gorî agahiyan, çeteyan sibeha 1'ê Îlonê ji bejahî ve êriş birin ser gelek gundên li bakur û rojavayê Minbicê. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li hemû nuqteyan di cih de bersiv da û şer destpê kir.
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ji ajansa ANHA'yê re axivî û diyar kir ku êrîşa li ser gundê Ewn Dadat ê li bakurê Minbicê hate şikandin.
Derwîş ragihand ku li bakur û rojhilatê bajêr li gundên Muhsenlî, Ereb Hesenû, Um Cilûd, Seyade û Dendeniyê şer dewam dike. Balkêş e ku ev êrîş di demeke welê de destpê kir ku QSD li Dêrazorê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê û bazirganên narkotîkê operasyonê dike. Çavkaniyên leşkerî diyar kirin ku komên li Dêrazorê êrişî hêzên QSD'ê dikin ji qadên Serêkaniyê, Cerablûs, Bab, Girê Spî yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin fermanê werdigirin.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku hêzên wan bersiva êrişa bejahî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarên bakur û rojavayê Minbicê daye.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya medya dijîtal ev agahî parve kirin: “Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişa bejahî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker a dijî gundewarên bakur û rojavayê Minbicê, da. Êriş ji gelek aliyan ve li dijî bajarok û gundên bajkur û rojavayê Minbicê hat kirin. Hêzên meclisê bersiva wan êrişan da. Şêniyên gundên sînorî yên li hember eniya şer ji gundên xwe derdikevin.”
Çeteyan 4 zarok qetil kirin
Di êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundewarên Minbicê de 4 zarok şehîd bûn. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrîşan dide.
Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî bersiva êrişan da û li gundê Ewn Dadat êriş têk birin. Li gundên Muhsenlî, Ereb Hesenû, Um Cilûd, Seyade û Dendeniyê jî şer dewam dike. Li gorî agahiyên çavkaniyên leşkerî di êrîşên destpêkê yên li ser gundê Mihsenlî yê li bakûr-rojavayê Minbicê de 4 zarok şehîd bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN