Çeteyan dîsa şerê hev kir

Sêşem 9 Mijdar 2021 - 22:38

  • Çavkaniyên ji cihê cih ên ji kantona Girê Spî ya dagirkirî, ragihandin ku ji ber aloziya nan, şer di navbera du komên dagirker ên dewleta Tirk de qewimiye û di encamê de gelek çete birîndar bûne.

Çavkaniyên ji cihê cih ên ji kantona Girê Spî ya dagirkirî, ragihandin ku ji ber aloziya nan, şer di navbera du komên dagirker ên dewleta Tirk de qewimiye û di encamê de gelek çete birîndar bûne. Pêr jî li Efrînê dagirkirî komên cihê yên di nava Koma

Çete ya bi navê Siltan Mûrad de şer qewimî bû.  

Li gorî çavkaniyan, şerê li Girê Spî di navbera çeteyên “Fesîl El-Mecid” û çeteyên “Polêsên Leşkerî” de qewimî û di encamê de 3 çeteyên Polêsên Leşkerî birîndar bûn.

Çavkaniyan destnîşan kir ku şer li nêzî gundê Til Fender ê kantona dagirkirî rû daye ku çeteyên “Fesîl El-Mecid” lê bi cih bûne.

Her wiha heman çavkaniyan diyar kir ku çeteyan li ser firinekê şer kiriye.

Li kantona Girê Spî û gundewarên wê yên dagirkirî nan bi zehmetî tê peydakirin, piştî ku meclisa herêmî ya girêdayî dagirkeriya Tirk ard ji ser firinan qut kir rewş xirab bû. 

ANHA/TIL TEMIR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.