- Piştî êrişên dagirkeriyê li dijî Eyn Îsayê, gelek çete hatin kuştin. Çeteyên dagirker ên dewleta Tirk ji bo komkirina cenazeyan doza agirbestê kir.
Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Eyn Îsa û gundewarên wê dewam dike. Doh di êrişên li dora gundê Mişrefa û li ser rêya M4´ê de gelek çete hatin kuştin. Navenda Çavdêriya Sûriyê SOHR ragihand ku herî kêm 10 çeteyên dagirker hatine kuştin.
Çeteyan ji bo ku karibin cenazeyên xwe rakin, bi navbeynkariya Rûsyayê doza agirbesteke demkurt kir.
Li Eyn Îsa bixwe jî Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiya xwe ya konvedanê dewam dike. Doh ciwanên ji Tebqa û Reqayê tev li çalakiyê bûn. Çalakiya konvedanê piştî 3 rojan bi dawî bû.
EYN ÎSA