Çeteyan ceza bikin

Sêşem 20 Hezîran 2023 - 15:26

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10`ê Hezîranê de ragihand ku ew ê dest bi dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê bike.

Malbatên şehîdên Komkujiya Kobanê ku çeteyên DAIŞ`ê di 25`ê Hezîrana 2015`an de pêk anîbû, têkildarî mijarê axivîn.

Şemse Mihemed Tahir ku kurê wê Osman di Komkujiya Kobanê de şehîd bûye, bi bîr xist ku dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî Kobanê kir û komkujî pêk anî, bi sedan kes qetil kirine.

Şemse bêhelwestiya dewletan di doza DAIŞ`ê de rexne kir û got, “Heta niha dewlet ji bo wergirtina welatiyên xwe yên di nava çeteyan de yên li girtîgehên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tên ragirtin, tev negeriyane. Lewma, daxwaza me ye ku çete li Rojava bên dadgehkirin. Mafê dayik, hevjîn û zarokên şehîdan heye ku dadgehkirina çeteyan bi çavê xwe bibînin. Wan çeteyan xwîna gelê me rijand. Heta niha jî dema ku derfet dîtin, sûcan dikin.”

Dilê me ti carî rehet nabe

Hevjîna şehîd Bekir Muslim, Cîhan Bozan jî destnîşan kir ku Kurd bi destê çeteyên DAIŞ`ê bi piştgiriya hin dewletên herêmî, di sibeha 25`ê Hezîranê de dema ku hîna xelkê Kobanê di xewê de bû, bi hemleyeke qirkirinê ya sîstematîk re rû bi rû man û got, “Bi sedan şêniyên Kobanê hatin serjêkirin û kuştin.”

Rêveberiyê nas bikin

Cîhan anî ziman ku çeteyên DAIŞ`ê bên dadgehkirin jî dilê wan rehet nabe û wiha dewam kir: “Civaka navneteweyî di mijara DAIŞ`ê û piştevanên wan de pirr xemsar e. Divê Civaka navneteweyî ji ber fedakariyên ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di oxira bidawîkirina xetera DAIŞ`ê û rizgarkirina mirovahiyê de dane, Rêveberiya Xweser fermî nas bike.”

Dayika şehîd Yilmaz, Sewliye Mistefa jî daxwaz kir ku cezayên giran li sûcdaran bên birrîn û got, “Heta ku ew çete li pêş çavê me neyên cezakirin, dilê me rehet nabe.”

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.