Dewleta Tirk malbatên çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Serêkaniyê bi cih dike. Bi vî awayî jî hewl dide û amadekariyan dike hin beşên Rojavayê Kurdistanê bi ser xwe ve bike. 

Meclisa herêmî ya ku dewleta Tirk li bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî ava kiriye ragihand ku ew ê nasnameyan bidin penaberên Iraqê yên li bajêr.
Têkildarî mijarê, rêvebera Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma got, “Piştî dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî, dewleta Tirk a dagirker heman kirinên xwe yên li Efrîna dagirkirî pêk tîne li van deveran jî pêk tîne. Dewleta Tirk a dagirker bi armanca guhertina demografî li herêmên dagirkirî, şêniyên wan herêman dan koçberkirin û li şûna wan malbatên çeteyên xwe bi cih kirin.”

13`ê Cotmeha 2019`an Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku 785 çeteyên DAIŞ`ê bi alîkariya dewleta Tirk a dagirker ji kampa Eyn Îsayê reviyane.

Evîn Cuma jî da zanîn ku beriya demekê zêdetirî 400 malbatên penaber ên Iraqî ji aliyê dewleta Tirk ve li Serêkaniyê hatin bicihkirin.

ANHA/QAMIŞLO