Çete delîlan vedişêrin
Sêşem 22 Nîsan 2025 - 03:35
18’ê Nîsanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin bi beşdariya YPJ û QSD’ê li kampa Holê û derdora wê operasyoneke ewlehiyê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê dabûn destpêkirin. Operasyon di roja xwe ya 5’an de dewam dike. Der barê rêveçûna operasyona ewlehiyê ya li kampa Holê de ji rêveberên Hêzên Ewlekariyê yên Kampên Kantona Cizîrê Ebdurehîm Hesen Enter agahî dan û got:"Me tevgerên şaneyên DAIŞ’ê li hundirê kampê dîtin. Agahî ji me re hatin ku hewldanên revandina hin kesan ji kampê tên kirin. Di heman demê de rewşên tundiyê yên bi armanca derxistina tevliheviyan ji derveyî kampê jî zêde bûne." Enter bi bîr xist ku li dijî navendên rêxistinên mirovî û nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li kampê êriş hatin kirin.
Operasyon dewam dike
Ebdurehîm Hesen Enter anî ziman ku armanca operasyonê rêgirtina li ber tevgerên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê û rawestandina gavên ku xetereyê li ser ewlehiya herêmê çêdike ye. Her wiha got tevahî çadirên bi guman hatin kontrolkirin û xebatên kontrolkirinê bi awayekî mezin dewam dikin.
Enter da zanîn ku operasyon çi kesên ku hewl didin çalakiyên DAIŞ’ê zindî bikin, dike hedef. Enter di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku operasyon li beşên 2 û 8 ên jinên DAIŞ’î dest pê kir û destnîşan kir ku di dema lêgerîn û kontrolkirinê de şaneyên DAIŞ’ê hewl didin tevahî belge û delîlên tevgerên xwe veşêrin. Ebdurehîm Hesen Enter bang li şêniyan kir ji bo mîsogerkirina ewlehiya herêmê bi hêzên ewlekariyê re tevgeriyê bikin û got, eger tevgerên bi guman ên bi mebesta xirabakirina aramiyê bibînin, hêzên wan agahdar bikin.
ANHA/HESEKÊ