Li Til Temirê dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe êriş bire ser bajêr û gundewarên wî. Dagirkeran baregeha Rûs a li kêleka bajêr jî bombe kir û lê eskerên Rûs xwe zexel kir û bersiv neda êrişan.
Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Eyn Îsa berfirehkirin û doh dest bi bombekirina gundên Til Temirê jî kir. Di êrişên li dijî Til Temirê de baregeha Rûsyayê jî bû hedef. Lê eskerên Rûs bêdeng man û li dijî vê êrişê xwe zexel kir.
Dewleta Tirk a dagirker doh êrişên xwe yên li dijî bereya Til Temirê jî dij war kirin. Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê ragihand ku êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê bi giranî dewam dikin.
Di daxuyaniya Meclîsa Leşkerî de hate gotin, "Îro (6'ê Çileyê 2021´ê) ji serê sibehê ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bombeyan li gundên Til Temirê dibarînin." Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gundên Dildara û Fekayê bi giranî hatin bombekirin. Wekî din çeteyên dagirker bombe li derdora baregeha Rûs jî barandin. Ji dîmenên ANHA´yê xuya dike ku bombeyek dikeve hewşa baregehê. Tevî vê yekê jî Rûs hîna bêdeng in."
Baregeha Rûsya ya ku bû armanca êrişan 2 kîlometroyan li bakur rojavayê Til Temirê ye û li ser rêya di navbera Til Temir-Zirgan-Serêkaniyê de ye.
Elektrîka Til Temirê jî birrîn
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê stasyona elektrîkê ya Til Temirê jî topbaran kir, ji ber topbaranê, elektrîk ji ser navçeyê qut bûye.
Ev stasyona elektrîkê hema li kêleka baregeha Rûsyayê ye.
Gava nûçeya me dihat amadekirin jî êrişên dewleta Tirk li Til Temir û derdora wê dewam dikirin.
Li Mielekê dewleta Tirk dîsa şikest
Dewleta Tirk a dagirker, tevê hêzên xwe yên çete, pê bi şev careke din êriş bire ser gundewarên Eyn Îsayê. Şervanên QSD'ê bersiva êrişa li dijî gundê Mielek ê Eyn Îsayê da û erebeyeke wan rûxand. Di êrişa çeteyan de armanc dagirkirina gund bûye. Şervanên QSD´ê erebeyeke çeteyan li derdora gund rûxand. Şer doh heta berê sibehê dewam kir.
Xelkê dagirker rûreş kirin
Şêniyên Gundewarên rojhilatê Dêrazorê bi meşekê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Eyn Îsa û tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Doh bi sedan kesên ji gundewarên rojhilatê Dêrazorê daketin meydanan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Xwepêşandêr li kolana sereke ya bajarokê Ebû Hemam ê rojhilatê gundewarê Dêrazorê meşiyan. Xwepêşandêran pankartên li ser nivîsandî "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re, Şêniyên Dêrazorê bi şêniyên Eyn Îsayê re ne", hilgirtin.
NAVENDA NÛÇEYAN