Çerxa Antikythera ji dinya bavkalan

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 10 Tîrmeh 2022 - 21:21

  • Sala 1900’î 6 sivincvanên Yewnan di navbera giravên Yewnanistanê Grît û Kîterayê xwe noqî avê dikirin da ku sivincan derxin. 

Sala 1900’î 6 sivincvanên Yewnan di navbera giravên Yewnanistanê Grît û Kîterayê xwe noqî avê dikirin da ku sivincan derxin. Ew nêzîkî girava piçûçik Antîkîtera (Antîkythera) bûn. Lê wan ti sivinc peyda nekirin. Li şûna wê, wan bermahiyên keştiyeke sala 80 beriya mîladê binavbûyî dît. Hema beriya serdema Kleopetra û ya împeretoriyê.  

Hikûmeta hingê ya Yewnanistanê bi keştiyeke artêşa deryayê hem sivincvan û hem jî pispor şandin wê derê. Wan ji cihê keştî binavbûyî, gelek peyker û tişt derxistin, lê ya herî balkêş Çerxa Antikythera bû. Lewma ew weke mekîneya herî tevlîhev a dinya antîk tê qebûlkirin.

Lê di encama lêkolîna bi nezanî de yek ji sivincvanan mir û 2 jê jî felc bûn. 

Ev çerxa Antikythera yekane ye. Ji ber ku heger em berê xwe bidin tiştên dişibin wê, em dibînin ku heta hezar salan paşê hîna nû peyda dibin. Herçî ev çerx e, di bin enkaza keştiyê de qutiya wê şikestiye, tiştên din bi rêya xwêyên metalîk hatiye parastin û çerx ji bronzê ye. 

Ev mekîneya hanê bi çerxên cihê, şûna roj û heyvê beramberî stêrkên sabît nîşan dide. Yanî bi vê mekîneyê bi pêşketina dewra heyvê dihat pîvan. 

Gelekî muhtemel e ku ew di serdema xwe de mekîneya herî tevlîhev bûye. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.