‘Çentê Weso’ lîstika jinan e

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 30 Adar 2023 - 02:30

Di roja 2ʹyemîn a Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol de şanoya ʹÇentê Wesoʹ ya Hîlala Zêrîn hat nîşandan.

Bi tevlêbûneke balkêş a hezkiriyên şano, rewşenbîr, hunermend û hemû beşên civakê, Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol a 6´an di roja duyemîn de li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê dewam dike.

Di roja duyemîn de Koma Darsî ya ser bi Tevgera Hîlala Zêrîn a taybet a jinan a kantona Hesekê, şanoya ʹÇentê Wesoʹ derxist ser dikê.

Şano behsa çîroka malbatekê dike ku di şoreşa Rojava de di nava saziyan de cih girt û li gorî berjwendiyên şêxsî cihê xwe bi kar tîne. Ji bo vê malbatê xizmetkarek kar dike û mafên wê tên binpêkirin. Şano vê nameyê dide ku jiyan û kar ne ji bo komkirina serwetan û înkarkirina mafan e. Lê ji bo xizmta civakê û pêkanîna armancên rast e.

Biryar bû ku şanoya ʹKontayinerʹ jî hatiba nîşandan lê ji ber kom a ji Helebê amade nebû, şano hat betalkirin.

Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol wê heta destpêka Nîsanê dewam bike.

ANHA/QAMIŞLO

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.