Welatparêza kurd Cennet Bal ya ku 10’ê Çile li bajarokê Lenzbûrg ê Kantona Aaraû ya Swîsreyê ji ber nexweşiyên xwe yên giran wefat kir, hat definkirin.
Cennet Bal sala 1962'an li gundê Gozpinar ê navçeya Elbistanê ya Mereşê ji dayik bûye. Salên 70’î tê Swîsreyê. Ji salên 1990’î û pêde di nava refên têkoşînê yên tevgera jina kurd û têkoşîna azadiya kurd de xebitî. Li bajarokê Lenzbûrg ê Kantona Aaraû ya Swîsreyê dima û 10’ê Çile ji ber nexweşiyên giran wefat kir. Cenazeyê wê li goristana Lenzbûrgê hate veşartin.
Bi sedan Kurdistanî yên ji gelek bajarên Swîsreyê hatibûn tevlî merasîma definkirinê bûn. Beşekî mezin ê beşdaran endamên Meclîsa Jin a Rojbîn ya Aaraû’yê bûn. Li ser navê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Pîr Alî Çalgan merasîm bi rêvebir. Di merasîmê de ji aliyê Pîr Alî Çalgan çira hatin vêxistin û gulbang hatin xwendin. Di merasîmê de nûnerên saziyên jinan li ser kesayeta Cennetê axivîn.
POLÎTÎKA AZAD