Cenazeyê 5 kolberên 18’ê Çileyê de li navçeya Elbaka Wanê dibin aşûtê de mabûn, li gundê wan hatin veşartin.
Roja 18’ê Çile 5 kolberên ji Rojhilatê Kurdistanê li navçeya Elbaka Wanê li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê, di bin aşûtê de mabûn. Piştî ku doh malbatên ji Rojhilatê Kurdistanê xwe gihandin cihê aşûtê, bi hewildanên xwe cenazeyên zarokên xwe yên bi navê Molaî Xudaî, Firat Xûdaî, Bîlen Ehmedî, Yaver Eslanî û Metîn Eslanî derxistin. Piştre cenaze birin Rojhilatê Kurdistanê.
Li gundê Kuran ê ser bi Soma yê Biradosta Umriyeyê cenazeyên her pênç kolberan li goristana gund hatin veşartin.
URMIYE