Cenazeyên gerîlayan hatin veşartin

În 5 Çile 2024 - 02:30

Delîl Bal û Îslam Olçay ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser çiyayê Bagokê ku 27’ê Kanûna 2023’an şehîd bûn, li Amed û Nisêbînê hatin veşartin.

Cenazeyên gerîlayên azadiya Kurdistanê Delîl Bal û Îslam Olçay  piştî testên DNA'yê, radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên ku li morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê dihat ragirtin, derengiya şevê radestî malbatan hatin kirin. Cenazeyê Olçay ji bo veşartinê ber bi Amedê ve hat birêkirin. Cenazeyê Delîl Bal jî ji aliyê xizmên wî ve hat wergirtin û birin navçeya Nisêbînê. Xizmên gerîlayên şehîd  cenaze di bin dorpêça polêsan de birin Goristana Mohrîsê ya navçeyê. Cenazeyê Bal tevî dorpêça polîsan bi merasîmeke ku tenê destûr ji endamên malbatê re hate dayîn, hat veşartin.

Cenazeyê din ê nayê naskirin ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve weke Lokman Muhammed parve kir, hê jî li morgê tê ragirtin. Cenazeyê şehîd Olçay jî anîn gundê Mermer ê navçeya Sûr a Amedê. Dema cenaze gihişt gund, ketina gund û derdora goristanê ji aliyê sedan leşkeran ve hate dorpêçkirin. Piştî ku wecîbeyên olî yên li mizgefta gund hatin bi cih anîn, cenazeyê Olçay di nîvê şevê de bi awayekî girseyî hate veşartin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.