Cenazeyên gerîlayan hatin veşartin

În 22 Îlon 2023 - 00:01

Di 18'ê Îlonê de li gundê Daraqol yê navçeya Licê ya Amedê 4 gerîlayên azadiyê di bombardûmanekê de şehîd bûn û cenazeyên wan anîbûn Saziya Tiba Edlî ya Amedê. Piştî nimûneyên DNA'yê yên ji aliyên malbatên wan ve hatibûn dayîn, cenaze ji Saziya Tiba Edlî ya Amedê hatin wergirtin. 

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Havîn Karakoç ber bi gundê Girbareşk ê Êlihê û cenazeyê Demhat (Çetîn Temel) jî ber bi navenda Wanê ve hat birêkirin. Her wiha cenazeyê Cîhat Ay (Pasûr Rohat) ê di heman bombardûmanê de şehîd bû ber bi gundê Salkimli yê navçeya Pasûrê ya Amedê û cenazeyê Axîn Mûş (Hulya Demîrer) jî ber bi gundê Hoşgeldiyê yê navçeya Kopê ya Mûşê ve hat birêkirin. 

Cenazeyê Pasûr Rohat (Cîhat Ay), li gundê xwe Salkimli, bi beşdariya gelek kesan hate veşartin.

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Havîn Karakoç jî li goristana Gundê Girbareşkê ya Êlihê, di bin dorpêça leşker û polêsên Tirk de hat hat veşartin. Polês û leşkeran nehişt ku derveyî ferdên malbatê, ti kes beşdarî merasîma veşartina cenaze bibe. Piştî veşartina cenaze, malbat û girseya hatibûn goristanê, bi çepikan polês û leşkerên Tirk şermezar kirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Demhat (Çetîn Temel), ku wecîbeyên olî li Êlihê hate pêkanîn, li goristana Karşiyaka ya Wanê hate veşartin. Merasîm di bin dorpêça leşker û polêsên Tirk de pêk hat, tenê destûra ferdên malbatê hate dayîn ku beşdarî merasimê bibin. 

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Axîn Mûş (Hulya Demîrer) jî, li gundê Hoşgeldî ya navçeya Kopê ya Mûşê di bin dorpêça leşkerên Tirk de hate veşartin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.