Celadekî DAIŞ'î hat girtin

Şemî 3 Nîsan 2021 - 01:45

Di çarçoveya Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de çeteyekî DAIŞ`ê hat girtin. Ew li xwe mikur hat ku wî li kampa Holê xelk kuştiye. Ev çete li xwe mikur hat ku wî koçbera bi navê Ala Ehmed kuştiye. Li aliyê din bi operasyoneke taybet a hêzên Antî Terorê, sereteyekî din jî di operasyonê de hat girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di çarçoveya Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de wan zêdetirî 70 çeteyên DAIŞ`ê girtine ku xwe ji nû ve bi rêxistin kiribûn û wek şaneyên veşartî di nava kampê de kar dikirin. Di nav van de çeteyê bi navê Ebû Ekrem jî hebûn ku di beşa penaberên Iraqî de bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 28`ê Adarê de bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi armanca tinekirina bandora DAIŞ`ê û şaneyên wê yên di nava kampa Holê de dest bi vê operasyonê kirin.
Çeteyê bi navê Ebû Îbrahîm tê naskirin, yek ji çeteyên şaneya Ebû El-Welîd e. Ebû Îbrahîm yan jî Husam Talib Feyad ji Iraqê ji bajarê Felûceyê ye. Di 2014`an de tev lî nav refên DAIŞ`ê bûye û li ser bendên kontrolê yên li parêzgeha Enbar û bajarê El-Qaêmê xebitiye.

Li gorî mikurhatinên Husam Feyad sala 2019`an weke penaberekî dikeve kampa Holê.

Husam Feyad sala 2019`an bi rêya çeteyê bi navê Merwan Hemûd (Ebû Cinêd) careke din tev li DAIŞ`ê dibe û di nava şaneyên DAIŞ`ê yên li kampa Holê de cih digire.  Husam Feyad di şaneya Ebû El-Welîd de kar dike. Şane ji 4 çeteyan pêk tê. Kesê bi navê Mersûm Mihemed (Ebû El-Welîd) serçeteyê şaneyê ye û yên din; Ebdulselam Qadir (Ebû Hesen), Merwan Hemîd Şiwêhî (Ebû Cinêd) û Husam Feyad bûne.

Husam Feyad li xwe mikur hat ku şaneya Ebû El-Welîd koçbera ji Sûrî ya bi navê Ala Ehmed Sibata bihurî kuştiye. Ew her wiha li xwe mikur hat ku wan zêdetirî 107 raporên îstixbarî yên girêdayî karmendên rêveberiya kampê, hêzên ewlehiyê yên ku kampê diparêzin û kesayetên di meclisên kampê de ku çavdêriya xebatên xizmetguzarî û belavkirina alîkariyan dikin, amade kirine.

​​​​​​​Serçetekî din hat girtin

Yekîneyên Antî Terorê bi operasyoneke taybet di hundirê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê de 8 çeteyên din ên şaneyên DAIŞ`ê girtin, di nav wan de serçeteyê duyemîn ê DAIŞ`ê yê bi navê Ebû Gerar jî heye.
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê ku bi armanca paqijkirina kampê ji çeteyên DAIŞ`ê hatibû destpêkirin, dewam dike.

HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.