Çêkera Green Bugatti

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 6 Îlon 2020 - 23:11

  • Ev resma hanê ya ku mirov gelek caran dikare bibîne, çi di kitêban de çi di reklaman û bergên kovaran de, û çi jî di broşûrên ji bo muzexaneyan, Tamara de Lempicka xêz kiriye.

Ev resma hanê ya ku mirov gelek caran dikare bibîne, çi di kitêban de çi di reklaman û bergên kovaran de, û çi jî di broşûrên ji bo muzexaneyan, Tamara de Lempicka xêz kiriye. Dema xêzkirina vê resma bi navê Green Bugatti, weke 1929 hatiye qeydkirin. Ev ji resmên wê yên herî navdar ên otoportre tê qebûlkirin.
Tamara Lempicka, şêwekareke Lehî ye ku Gulana 1898´an hatiye dinê. Lê hunermendiya wê li Fransa û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bû.
Hunerê wê weke kubîzma dereng û stîla neoklasîk tê dîtin. Wê îlhama xwe ji karê hunerî yê Jean-Dominique Ingres girt û li Parîsê ji dawiya salên 1920´an û pê ve di nava jiyana hunerî de bû hunermendeke çalak.
Piştî ku Şerê Cihanê yê Diduyê dest pê kir, ew diçe DYE´yê. Wê li vir dest bi resmkirina portereyan kir û dawiya salên 1960´î hin berhemên wê yên abstrakt jî çêbûn. Adara 1980´yî ew li Meksîkayê mir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.