Cejneke Qurbanê kes nebe qurban
Pêncşem 30 Tîrmeh 2020 - 23:59
- Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Cejna Qurbanê pîroz kir û got, divê Kurdistan û alema Îslamê, cejna bi navê Îslamê xwînê dirijîne ne, ya hesab jê dipirse pîroz bike.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Cejna Qurbanê pîroz kir û got, divê Kurdistan û alema Îslamê, cejna bi navê Îslamê xwînê dirijîne ne, ya hesab jê dipirse pîroz bike. Di vê çarçoveyê de dewletên bi navê Îslamê radibin û Rojhilata Navîn kirine derya xwînê destnîşankirin. CÎK'ê di peyama pîrozkirinê de got, ''Di serî de li Başûr, Rojava, Bakur û Rojhilat ciwanên me yên leheng ji bo gelê me ji aliyê zaliman ve nebin qurban, têkoşîneke bê eman dikin. Têgîna Îslamê tê wateya aştî û radestkirina mafan. Divê em rê nedin ku ola me ji bo rijandina xwînê bê bikaranîn.”
NAVENDA NÛÇEYAN