Cejna Heciyan pîroz kirin
Çarşem 28 Hezîran 2023 - 00:35
Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê Cejna Heciyan li tevahiya alema Misilman pîroz kir û bang li gelan kir da ku li dijî dewleta Tirk bi awayekî rêxistinbûyî têbikoşin. HDP û Partiya Çep a Kesk jî Cejna Heciyan pîroz kir.
Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê di peyama xwe ya Cejna Qurbanê (Cejna Heciyan) de bang li her kesî kir da ku mîna her cejnê biçin serdana şehîdgehan, berxwedêrên di girtîgehan de û destekê bidin malbatên wan.
KCK’ê got, “Em weke tevger Cejna Qurbanê li gelên Misilman pîroz dikin û hêvîdar in ku ev cejn bibe wesîleya aştî, aramî û edaletê ji bo gelên Rojhilata Navîn û hemû alema Misilman. Cejn çanda têkoşîna li dijî zalim û minafiqan temsîl dike. Bi minasebeta vê Cejnê, li dijî êrişên qirkirin, talan û qetlîamên senteza Tirk-Îslam em bang li gelên xwedî wijdan ên Rojhilata Navîn û li Kurdên welatparêz, rewşenbîr dikin da ku ji bo aştî û yekîtiya gelan têbikoşin.
Senteza Tirk-Îslamê dijmin e
Misilmanên hêja yên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn!
Cejna Qurbanê ew roj e ku qurbankirina mirovan hatiye qedexekirin e. Tevî vê yekê jî li ser navê Îslamê li erdnîgariya civakên Misilman, her roj bi dehan kes tên qetilkirin. Tenê zêhniyet û siyaseta senteza Tirk-Îslamê ji bo hewasên xwe yên desthilatdariyê her roj rê li ber kuştina bi dehan mirovan vedike û talan û wêrankirina xwezayê, pirsgirêkên herêmê bêhtir mezin û kûr dike.
Zêhniyeta senteza Tirk-Îslam dijminatiya gelan, baweriyan, jinan û hemû civakan e. … Em dixwazin diyar bikin ku her helwêst û tevgerên olî yên ku destekê bidin rejîma AKP-MHP’ê, li dijî Îslama Muheemedî ye. Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna li dijî polîtîkayên faşîst ên rejîma AKP-MHP'ê wê bi qasî îbadetê xêrê qezenc bike. …
Em bang li gelên xwe dikin ku li dijî dewleta Tirk a qirker û înkarker hîn zêdetir têbikoşin û ji bo ku her cejna ku di pêşerojê de bi ruhê yekîtiya demokratîk a gelan de were pîrozkirin, bila tevlî têkoşînê bibin. Bi wesîleya vê cejnê di şexsê şehîdên rûmetê yên Zap, Metîna, Avaşîn û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de, em bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, dilsoziya xwe dubare dikin û soz didin ku têkoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin.”
HDP û Partiya Çep a Kesk jî cejn pîroz kir
Hevserokên HDP´ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin bi boneya Cejna Qurbanê daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Wan got, “Bi daxwaza bibe wesîleya azadî û aştiyê em cejna gelên xwe pîroz dikin.
Mixabin em di bin siya pirsgirêkên mezin ên civakî, di bin qeyranên aborî û siyasî, bi xizanî û cihêkariyê, di serî de êrişên li ser gelê kurd ên berfireh Cejna Qurbanê pêşwazî dikin. Lê belê em dikarin cejnan bigihînin ser rastiya wan, bi piştevanî, parvekirin û li ser bingeha azadiyê hebûna xwe ya civakî jinûve ava bikin. Xeyala me avakirina jiyaneke bê şer, bê mêtingerî û azad, rastiya têkoşîna me ye. Bi vê wesîleyê em dixwazin ku Cejna Qurbanê wekhevî azadî û aştiyê bîne. Cejna gelê me û gelên Rojhilata Navîn pîroz be!”
NAVENDA NÛÇEYAN