Bila cejn bibe felata ji zaliman

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 21 Nîsan 2023 - 03:05

Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) bi rasthatina Cejna Remezanê peyamek weşand û got, “Em hêvî dikin, Cejna Remezanê bibe hincet ji bo pêkhatina aştî û azadiyê.”   

CÎK’ê bi bîr xist ku gelê Kurdistanê bi salan e zext lê dibe û mezlûm e û wiha dewam kir: “Tişta ku Nemrûd û Firewinan neanî serê bawermendan, dewletên Misilman tînin serê miletê me yê mezlûm. Hikûmeta li Tirkiyeyê bi navê Îslama nerm îro desthilat e, li her çar aliyê welatê me di meha Remezanê de jî hovîtiya xwe dewam dike. Ev bazirganên dîn sûndxwarî ne ku çi tişta bi navê Kurd hebe, tine bikin. Wan kir ku Îslam û cejnên wan êdî neyên nasîn.” 

Hilbijartin wê bibin cejn

CÎK´ê got, bi nezara Kurdan û Misilmanên jidil, zalimên roja îro weke Nemrûd, Fîrewin, Ebû Cehil in û wiha dewam kir:  “Hilbijartina li pêşiya me, bi berterefkirina qatil, diz û derewkeran, wê rê veke li çêbûna cejnên bi rastî.”

CÎK´ê ji sureya Şuera ayeta 227´ê ya dibêje “Ne dûr, lê nêzîk, zalim wê bibînin çawa ser berjêr dikevin” nimûne nîşan da û got “Heta ku zalim û qatil serberjêr nekevin, edalet ji bo her kesî pêk neyê, pîrozkirineke bi rastî a cejnê jî wê pêk neyê. Bicihkirina edaletê wezîfeya esasî ya her Misilmanê durist e. Xwe vedana ji zilmê, bivênevê ye di Îslamê de. Heta ku dilê alema Îslamê yanê Kurdistan rehet û aram nebe, alema Îslamê nikare xwe bigihîne cejneke bi maneya xwe ya heqîqî. Bi vê rasthatinê em Cejna Remezanê ya miletê xwe yê mezlûm û alema Îslamê pîroz dikin û hêvî dikin bibe hinceta pêkhatina azadiyê.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.