Cejna vejînê li her derê

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 28 Mijdar 2022 - 01:49

Pîrozbahiyên ji bo cejna vejînê, li seranserê Ewrûpayê hebûn. Li Romayê dostên Kurdan cejna vejînê pîroz kir, li deverên din Kurdan û dostên wan bi hev re cejna vejînê pîroz kir. Li derveyî Ewrûpayê, li bajarê Awustralyayê Sydneyê jî bi heman boneyê pîrozbahî hebû.-  

Li paytexta Îtalyayê Romayê, dostên Kurdan û Kurd, bi rasthatina salvegera 44´an a damezrandina PKK´ê, daketin meydanan û cejna vejînê pîroz kirin.

Di çalakiyê de li ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî jî belavok hatin belavkirin û ji bo navê PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin îmze hatin berhevkirin.

 

Li gelek navendên Fransayê

Cejna vejînê li bajarê Fransayê Draguignanê, bi meşekê hate silavkirin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Draguignanê meş li dar xistin. Kurdistanî tevî dostên xwe li ber postaxaneya li navenda bajêr civiyan û ber bi avahiya şaredariyê ve meşiyan.

Di meşê de alên PKK'ê hatin hildan û dirûşmên "Bijî Serok Apo", PKK gel e, gel li vir e" hatin gotin. 

Li bajarê Fransayê  Bordeaûxê, Şemiyê pîrozbahiyek hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de sînevîzyoneke li ser PKK'ê hate nîşandan. Piştî axaftina li ser giringî û wateya rojê, hunermend Hozan Aydin, Koma Çarsînor, Seher Stran û Mîr Perwer derketin ser dikê.  

Li bajarê Fransayê Lyonê, salvegera damezrandina PKK'ê bi çalakiyekê hate pîrozkirin. Gelek hunermend derketin ser dikê û hunerê xwe pêşkêş kirin.

Sydney

PKK wê bi ser keve 

Li bajarê Swêdê Goteborgê, salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin. Çalakiyê rêzgirtinê ji bo bibîranîna şehîdan dest pê kir. Hunermend Peyvan Arşîn, Hozan Evîn Akbaş, Sîphan Afrînî û Ferîborz Karîmî derketin ser dikê. Qisekeran bal bire ser têkoşîna 44 salan a PKK'ê û got, ev têkoşîn wê bi ser keve.

Her wiah diyar kirin ku pratîka 44 salan a PKK'ê û projeya wê ya ji bo Rojhilata Navîn yekane rêya aştiyê ye. 

Li bajarê Danîmarkayê Îshojê, di pîrozbahiya cejna vejînê de hunermend Azad Farqîn, Nûarîn û hunermendên cihî Hozan Fîgen û Necatî Gezen derketin ser dikê.

Di pîrozbahiyê de her wiha sînevîzyonek li ser têkoşîna PKK'ê hate nîşandan.

Parlamentera berê ya HDP'ê Sîbel Yîgîtalp li pîrozbahiyê bal bire ser bûyerên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Helbestvan Kurdî Mercî jî helbesta bi navê 'Jin jiyan azadî' xwend.

 

Li Sydneyê jî hat pîrozkirin 

Salvegera 44’an a damezrandina PKK’ê li bajarê Awustralyayê Sydneyê jî hate pîrozkirin. Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê û dostên wan tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahiyê bi sirûda Ey Raqîp dest pê kir. Di axaftinan de hate gotin, berxwedana gerîla polîtîkayên şer ên dewleta Tirk têk dibe.

Di pîrozbahiyê de hunermend Mesûd Med û Roj derketin ser dikê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.