• Ji Rûspiyên Êzîdiyan Xelef Qasim bal bire ser girîngiya Newrozê ji bo Êzdiyan û got, "Newroz cejna êgir e, agir jî yê Tawisî Melek e

Ji Rûspiyên Êzîdiyan Xelef Qasim bal bire ser girîngiya Newrozê ji bo Êzdiyan û got, "Newroz cejna êgir e, agir jî yê Tawisî Melek e. Ji ber vê, em dikarin bibêjin Cejna Newrozê cejna Tawisî Melek e." 

Xelef Qasim xwest, çi kesê ku bahweriya wî bi êgir heye bi wesîleya Newrozê li Şengalê vegere: "Em bang li gelê xwe dikin ku li Şengalê vegere. Êzdî li her deverê belawela bûne û civak bêhêvî bûye. Gelek Êzdî li cîhanê belav bûne. Dixwazim gelê me zanibe ji bilî Çiyayê Şengalê ti cihekî me nîne, wargeha me ya dawî evder e. Koka me Şengal e û Şengal paytexta Êzîdxanê ye."

Xelef Qasim ji bo pîrozbahiyên Newrozê di nav Êzîdiyan de dibêje, "Li nava Êzdiyan eşîra Ciwana bi navê Mêlmêlavê di meha Çile de pîroz dikirin, her wiha li Welatê Şêx (Derdora Laliş) bi navê Bêlind a Pîra tê pîrozkirin. Newroz cejna êgir e, agir jî yê Tawisî Melek e. Ji ber vê em dikarin bibêjin Cejna Newrozê cejna Tawisî Melek e.''

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ/ANF/ŞENGAL