Cejna Remezanê pîroz û bimbarek be

Yekşem 1 Gulan 2022 - 22:15

  • Îro cejna Remezanê ye û ji bo alema Îslamê bi lihevbihûrîn û fitreyan pîroz û bombarek e.

Îro cejna Remezanê ye û ji bo alema Îslamê bi lihevbihûrîn û fitreyan pîroz û bombarek e. Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî û PYD´ê ji bo Cejna Remezanê peyam weşandin.

KNK'ê got, "Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke aloz de pîroz dikin. Li tevahiya Kurdistanê êrişên qirkirinê li dijî gelê me didomin. Dagirkerî û gefên dijminan li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê her diçe zêdetir dibin. Rojhilat, zextên dewletê yên li ser gel dewam dikin. Li Bakur jî şerê man û nemanê dewam dike. Li aliyê din hikûmeta Iraqê jî hêz şandine Şengalê û dixwazin îradeya gelê Şengalê binpê bikin û Rêveberiya Xweser a Şengalê hilweşînin. Projeyên dijminan mezin in û hemû destketiyên Kurdan di bin xetereke mezin de ne.

Divê hêzên Kurdistanê li ber van êrişan rabin. Em bang li Kurd û Kurdistaniyan dikin ku ber êriş û dagirkeriyê rabin, dengên nerazîbûna xwe ya li hember dagirkeran bilind bikin û li tenişta gerîlayên Kurdistanê rawestin. 

Em bi hêvî ne û bawer dikin ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike.

Bi vê munasebetê em cejna Remezanê, li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li alema Îslamê pîroz dikin."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê cejna Remezanê li Misilmanan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir. Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: "Em cejna Remezanê li cîhana Îslamî bi giştî û gelê me yê Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha malbatên şehîdan pîroz dikin."

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryarnameyekê ragihand ku bi boneya cejnê heta çarşemê betlane ye.

Xwedê bike koçber li welatê xwe vegerin

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi peyamekê Cejna Remezanê li cîhana Îslamê pîroz kir. Wê got, "Em cejnê li gelê Sûriyê û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin. Li aliyekî din jî em hêvî dikin ku gelê Sûriyê hêviyên xwe yên misogerkirina aştiyê û ewlehiyê pêk bînin û rûpela dagirkirina artêşa Tirk ji xaka Sûriyê û sûcên li dijî mirovahiyê bizîvirînin û koçber vegerin malên xwe." 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.