‘Cejna Newrozê’ ji bo dibistanê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 11 Îlon 2021 - 01:15

MURAT MANG / HERFORD

Hasan Taşkale yê ku ev 50 sal in li Elmanya dimîne, bi navê “Cejna Newrozê-Pirtûka xwendin û xebatê” pirtûkeke nû çap kir. Pirtûk bi Elmanî û Kurmancî hatiye nivisandin. Hasan Taşkale diyar dike ku ev pirtûk dê li dibistanên eyaleta NRW´yê ya Elmanyayê wek materyala perwerdeyê jî were bikaranîn.

Nivîskar û berhevkar Hasan Taşkale di saziya “Gewerkschaft Erziehung und Wissenschaft-GEW” (Sendîkaya Perwerdehî û Zanyariyê” dixebite. Hasan Taşkale behsa serhatiya pirtûka xwe ya ku ji weşanên “Free Pen Verlag” derçûye, dike.

Sala 2014’an wî dest bi xebata vê pirtûkû kiriye. Rojekê xwendevanên Elman di nîqaşekê de jê re dibêjin, xebatên li ser Newrozê hatine kirin, pirr kêm in û jê dipirsin, “Hûn çima xebateke bi vî rengî yan jî pirtûkekê hazir nakin?” Piştî vê niqaşê û pirsê, ew li ser vê meseleyê hûr bûye û dest bi vê xebatê kiriye. Hasan Taşkale di civîna YMK´ê de jî nîqaş dike. Bi vî awayî mamosteyên li wir jî piştgirî didinê û ev xebat dest pê dike. 

Hasan Taşkale dibêje, “Me pirtûk bi zimanê Elmanî û Kurmancî nivîsand. Lê beşek jê jî bi Kirmanckî ye. Bi giştî ji 52 rûpelan pêk tê. Me ev pirtûk li gorî mufredata perwerdeya eyaleta NRW´yê amade kir. Ji bo dibistanên seretayî dê were bikaranîn. Ji pola 1’ê heta ya 10’an mamoste dê karibin vê pirtûkê wek materyal bi kar bînin.”

Hasan Taşkale dibêje, di pirtûkê de derbarê Newrozê de gelek tişt hene. Taşkale herî dawî dibêje, “YMK bi nivîsên xwe tevlî vê xebatê bûye.

Hemû wêneyên di pirtûkê de ji nû ve hatine xêzkirin. Di pirtûkê de, helbest, çîrok, spartek, muzîk, wêje û xaçepirs hene. Li gel van, nivîs û helbestên Cegerxwîn, Meleyê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Celader Alî Bedirxan jî cih digirin.”

Kesên bixwazin, dikarin ji navnîşana li jêr pirtûkê [bi koda ISBN 978-3-945177-90-7] bixwazin;

Free Pen Verlag Bonn

www.freepenverlag.de

E Mail: info@freepenverlag.de

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.