Cejn Efrîn e

Duşem 2 Gulan 2022 - 21:39

  • Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Cejna Remezanê serê pêşî çû serdana şehîdgehan. 

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Cejna Remezanê serê pêşî çû serdana şehîdgehan. Di serdanê de berxwedana gerîla hate silavkirin.

Li bajarê Hesekê vê sibê şêniyên herêmê bi boneya cejnê berê xwe da Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê. 

Xelkê Dirbêsiyê jî ber bi Goristana Şehîd Rustem Cudî ya li rojavayê navçeyê ve çû.

Li navçeya Til Temir jî welatiyan berê xwe da goristana şehîdan.

Li Şedadê xelk çû goristana şehîdan, li wir şervanên QSD`ê merasîmeke leşkerî li dar xist û ji fermandarên QSD`ê Zinarîn Hesen got: "Destpêkê em Cejna Remezanê li malbatên şehîdan pîroz dikin û soza şopandina berxwedana wan şehîdan, didin. Her wiha li gelê herêmê jî pîroz dikin û dibêjin, heta rizgarkirina rêberê xwe û rakirina tola şehîdên xwe, em ê tê bikoşin."

Li Mibicê jî gel û şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, çûn goristana şehîdan.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, malbatên şehîdan, şervanên YPG/YPJ`ê û saziyên sivîl çûn serdana Goristana Şehîdên Şêxemqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şiqeyf ya Helebê. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan, Remzî Bekir, Cejna Remezanê li rêber Abdullah Ocalan, şehîdên azadiyê û hemû şervanên YPG/YPJ`ê pîroz kir. Wî soz da ku ew ê destketiyên bi saya fedekariyên şehîdan, biparêzin. Endamê Kombûna Olan, şêx Elî El-Hesen Cejna Remezanê li dayik, bav, zarok û hevjînên şehîdan û hemû şervanên li eniyên şer pîroz kir û got: “Cejn Efrîn e, inşallah cejna bê em ê li Efrînê bin.”

Li Qamişloyê, malbatên şehîdan, endamên saziyên civaka sivîl û Rêveberiya Xweser çûn serdana gorên şehîdan li goristana Şehîd Delîl Saroxan. 

Li Dêrikê jî xelk çû serdana goristana Şehîd Xebat.

Li Til Temirê welatî çûn serdana goristana Şehîd Dilşêr, li Amûdê çûn serdana goristana Şehîd Îsmaîl.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.