Cehda hunermendên Çemçemal ji bo huner

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 16 Çile 2024 - 03:55

Komek ciwanên hunermend ên Navenda Huner a Çemçemalê, ji bo bipêşxistin û belavkirina hunerê, xaniyek kevn veguhastin navenda hunerê. Hunermendan bang li hunermendên din kirin ku hevkariya wan bikin û gotin: “Armanca me jî ewe ku em bikin navendek mezin ya çandî û hunerî ya bajarok da ku hemû hunermend bikarin kar û çalakiyên xwe li vir pêkbînin.”

Dema em di bajarê Çemçemal re derbas dibin, em li malekê disekinin ku di salên 1940’î de wek nexweşxane dihat bikaranîn, ev nexweşxane heta sala 1980 xizmet li herêmê dikir. Piştre bû pirtûkxane û piştî wê jî di warê hunerî de hate bikaranîn. Lê di sala 2005’an û şûn ve hate valakirin û ev xanî ji hestên hunerî bê par ma.

Hinek hunermendên Çemçemalê li ser navê Navenda Hunerî ya Çemçemalê bi armanca giringî dayîna çand û hunerê biryar dane ku êdî vê xaniyê veguherînin û nûjen bikin da ku bikeve bin xizmeta xebat û çalakiyên cuda yên hunerî de. Hunermendên ku beşdarî xebata nûjenkirina xaniyê bûne di derbarê mijarê de axivîn.

70 endamên navendê hene

Yek ji endamên Navenda Hunerî ya Çemçemalê Şanoger Awat Celal got; “Nêzî sê meh in navenda me hatiye avakirin, ji bo ku avahiyek hebe û xebatên wê bi pêş bixin gelek xebat hatin kirin. Niha me ji bo vê yekê li vî xaniyî kar dikin û nûjen dikin. Armanca me jî ewe ku em bikin navendek mezin ya çandî û hunerî ya bajarok da ku hemû hunermend bikarin kar û çalakiyên xwe li vir pêk bînin.” Navenda Hunerî ya Çemçemalê nêzî 3 meh in ji aliyê komek ciwanên jêhatî ve hatiye damezrandin û ji beşên wênesazî, mûzîk û şanoyê pêktê. Zêdetirî 70 endamên wê hene û di sala 2023’an de li Îran û Bexdayê du xelat standine.

Bila bibe mala hunermendan

Wênesaz Aram Mihemed ku endamek din ê Navenda Hunerî ya Çemçemalê ye di derbarê heman mijarê de axivî û wiha pê de çû: “Me komek ciwanên hunermend biryar da ku navendek ava bikin ku bibe mala hunermendan. Em bang li hunermendên din jî dikin ku hevkariya me bikin da ku ev cih li Çemçemal hîn zêdetir xizmetê ji hunerê re bike.”

ROJNEWS/ÇEMÇEMAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.