- Cawê herî kevin kîjan e, mirov nikare bi isehî bibêje, lê bermahiya cawê herî kevin ê li ber destê me yê tê zanîn, diyar e.
Cawê herî kevin kîjan e, mirov nikare bi isehî bibêje, lê bermahiya cawê herî kevin ê li ber destê me yê tê zanîn, diyar e. Ew ji serdema neolîtîkê maye û di dema kolanên li Çatalhoyukê hatiye dîtin. Tişta ku vî cawî taybet dike ew e ku ev caw ne ji hirî, kitan yan jî hevrîşim e. Ew ji daran hatiye çêkirin. Yanî ji têl û tayên ji daran hatine bi destxistin, hatine rêsîn û paşê bi tevnê jî ji wan caw hatiye çêkirin. Dara ku ev caw jê hatiye çêkirin jî ne dareke dûr e. Li çiyayên Kurdistanê ji wê zêdetir nîne: Dara berûyê, yan jî darberû. Parçeyê cawa parastî, ji qederê beriya mîladê 7 hezar salan maye, yanî bêhtirî 9 hezar salan li dûv xwe hiştine.
Çatalhoyuk weke bajarê pêşî yê bi rastî yê dinyayê tê qebûlkirin ku lê jiyaneke bi yeksanî lê hebû. Di dema xwe ya herî baş de qederê 10 hezar mirovan lê mane. Li gorî texmînan bajar di navbera beriya mîladê 7300 salan û beriya mîladê 6400 de yanî 1100 salan şên bûye. Îro jî nayê zanîn çima ev bajarê neolîtîkê kavil bûye.
AMED