Çarşîkelta Rûşaxênîlê (Qilbanî Kay)

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 16 Tîrmeh 2021 - 03:32

Me di kelehên berê de zelalkiribû ku "çarşîkelta" peyveke Xorî /Hûrî ye û wateya wê çarşî yan jî bajarê di nava kelehê de ye. Ev keleha Xênîlê/Rûşahînlî jî keleheke çarşîkelta ye. Navê bajarê Rûşahînlî/xênîlê di dema Xaldiyan/ Ûratuyan de çi bûye, baş nayê zanîn. Bes peyva Hînîlê/Xênîlê yan jî "Xênî" di zimanê Xaldiyan de bi wateya cihê ava bûye, şên bûye, hatiye bikaranîn. Ji ber ku di wê lewhayê de ku li Gundê Goveleka li ber gola Keşiş hatiye dîtin û bi tevahî hatiye xwendin, "Rûşa ev bajar yan jî çarşîkelta avakiriye" nivîsandiye, arkeologan jî ev nav lêkiriye. Her kes jî vî navî bikartîne. Navekî wê yê bi awayê Qilbanî Kay (li ber pêşa banê çiyê) jî heye, dibe navê herî kevn ev be! Bes navê çiyayê Zimzim di dema Xaldiyan de jî Zimzim bûye, li vir kaniyeke xwerû hebûye ku hê îro jî heye û aveke sar jê diherike.

Kavîlên vê çarşîkelta dîrokî li rojhilatê keviya bajarê Wanê ye. Ev çarşîkelta navendî gelek razên dîrokî û serweriya Xaldiyan di rastiya xwe de werdigire, her wiha li bakurrojhilatê deşta Wanê, li ber pêşa başûrrojavayê çiyayê Zimzimê yê zinarîn û baxir hatiye avakirin. Hêjayê gotinê ye ku mirov bibêje: Di daneyên heyî û lewhayên xwendî de jî xuya dike ku ev çiyayê Zimzim di dema Xaldiyan de yek ji çiya û cigehên pîroz bûye, lema di zinarên berpalê çiyê de bi navê "Deriyê Mîhrgehê" cihekî pîroz di dema Key Îşpûnî de hatiye amadekirin. Xaldiyan piştî Tûşpayê ev der wekî paytext bi kar aniye. Daneyên berdest destnîşan didin ku wê demê çaravelê çiyayê Zimzimê daristan û heşînahî bûye.

Çarşîkelta Rûşaxênî/Rûşahênî xwedanê teşeyekî çarnîşk e, dirêjahiya wê li dor 400 metreyî, berahiya wê ji 60 metreyî bêhtir e. Kavilên hawîrdor ji çarşîkeltayê mestir in. Bes, mixabin ku li ser hin kavilan xanî hatine lêkirin. Dîwarên sûrên çarşîkeltayê bi giranî ji bin axê hatine derxistin, lê sed heyf e ku tenê hîmên wê û çend rêzên li ser hîman mane. Tê texmînkirin ku dîwarên sûra çarşîkeltayê bi qasê 4 metreyan bilind bûye. Beşeke dîwarên sûrê bi kerpîçên pijandi hatiye lêkirin. Ji ber kerpîçên vê avahiya sûrên wê, Tirkan navê "Toprakkale" lê kiriye. Dergehê Çarşîkeltayê di aliyê çiyê re vedibe. Yanê berî li deriyê Mihrgehê ye.

Lêkolînên Arkeolojîk yên li ser û dor çarşîkelta Rûşahxênî pirr kevn e. Berê arkeologên Ingilîz A. H. Layard bi tevê alîkarê xwe H. Rassam sala 1849'an hatine lê nihêrîne, têbiniyên xwe nivîsîne û çûne. Li pey wî, di navbera salên 1877 -1880 de ticarê berhemên dîrokî û antîk Sedrak Devgants û H. Layardê sefîrê Ingilîz bi navê "British Museum" hin arkeolog bi xwe re anîne, li vir dest bi lêkolînê kirine, gelek tiştên wek "hêta şêr" ya bi faravahara di navendê de roj heye û gelek berhemên din birine. Dû re arkeologê Elman Lehmann Haupt û W. Belck li vir dest bi lêkolînê kirine. Wan jî têra xwe birine. Pîştî wan Fransî û Rûs hatine ji vir berhemên binirx birine. Hin ji wan berheman niha li muzeyên Londra, Parîs, Berlîn û Saint Petersbûrgê ne. Di dema van lêkolînên talanê yê bi navê arkeolojiyê de dîwarên Perestgeha Xaldî bi tevahî ji bin axê hatine derxistin.  

Yek ji bingehên pîroziya herêma Kandahara Wanê jî ev Perestgeha Xaldî ye. Ev navê Kandaharê îro jî di nava qewlên Êzdî û Zerdeştiyan de heye. Ta di dema Xaldiyan de ji vê herêma pîrozî dagirtî re Kandahar hatiye gotin. Ev Perestgeh avahiyeke çarnîşka ye. Salona mezin ya perestgehê 13,80 metre di 13,80 metreyî de ye û bi çarçik e. Cella (Sella) yanê cihê peykerê Xaldî, yê mezin lêbûye jî 5.30 metre di 5.30 metreyî de ye. Dîwarê di lêkolînên arkeolojîk yên di 1879-80 de ji bin axê hatine derxistin 4 – 5 metre bilind in. Li gel wê di depoya li ber perestgehê de gelek pîtos (kûzên mezin ên şerabê) jî hatine derxistin. Pîtos sê rêz li ber hev in (mixabin hejmara wan diyar nekirine). Ev jî nîşan dide ku wê demê şerab hatiye meyandin.

Ji Çarşîkelta Rûşahênî gelek tiştên bi nirx derketine. Lê mixabin ku em tevahiya wan û hêjmara wan nizanin. Bes tenê ev ragihandine bala giştî: "Berhemên ji diranên fîlan, bronz, ji daran hatine çêkirin, sîtilên mezin, li ser hinan nivîsên mîxî hene, peykerên şêr, conega, rim, şûr û  mertalên şer, madalyayên zêr, fîgurên ji bronzê û lewhayên nivîsandî."

Em ê di nivîsa bê de jî li ser Deriyê Mîhrgehê yê li berpalê çiyayê Zimzim ku weke pîroziyeke li Çarşîkelta Rûşahênî dinêre rawestin. Bimînin di nava xweşiyê de.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.