- Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî êrişa PDK'ê li dijî gerîlayên Kurdistanê şermezar kir û ji aliyan xwest meseleyên xwe bi diyalogê çareser bikin. Serokwezîrê hikûmeta PDK'ê li Başûr Mesrûr Barzanî bi xwe mixbirî li dijî QSD'ê kir.
Piştî êrişa hêzên PDK'ê ya 13'ê Kanûnê ya li dijî gerîlayên Kurdistanê çapemeniya PDK'ê û serokwezîrê wê Mesrûr Barzanî hemleyeke bêbextî, muxbirî û reşkirinê li dijî PKK'ê û gerîlayên Kurdistanê da dest pê kirin. Fermandarê QSD'ê li dijî vê, êrişa PDK'ê şermezar kir û bang li aliyan kir da ku bi diyalogê meseleyê çareser bikin.
Gava ku Mele Mistefa Barzanî pena xwe biribû Sovyetê, gelek caran hewl da ku xwe bigihîne Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst, ne ku dixwest derfetan ji bo xwe, tevgera xwe peyda bike. Ji nivîs û arzûhalên wî em fêm dikin ku wî giliyê Kurdan dikir. Nexasim jî giliyê Rehîm Seyf Qazî dikir ku hingê di nava siyaseta Komara Azerbaycanê ya Sovyetê de cihê xwe digirt. Doh nûçeyeke ku çapemeniya PDK'ê belav kir, ev kirinên Mele Mistefa Barzanî anîn bîra yên ji meseleyê haydar.
Li gorî nûçeyê, Mesrûr Barzanî, yanî neviyê Mele Msitefa Barzanî bi telefonê bi nûnerê taybet ê serokê Emerîkayê yê Sûriyê Joel D. Rayburn re peyiviye û giliyê QSD'ê kiriye, bi nebaşî di derba PKK'ê de peyiviye. Pircarîkirina heman helwêst û kirinê ne ji zuriyetê ye, tekerur ji çanda malbatî û rêûresma siyaseta malbatî ye.
Mirov di meseleyên neteweyî de çawa divê tevnegere, dikare ji tevger û siyaseta bapîr, bav, nevî û zavê fêm bike. Axir Mesrûr Barzanî derewên çapemeniya xwe ji Rayburn re jî gotine, weke ku haya kesî jê nebe. Eşkere gotarekê ava dike.
Mezlûm Ebdî ya lazim got
Lê em berê xwe bidin wê yekê, ka ji bo siyaseteke neteweyî divê mirov çawa tevbigere. Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî doh ev yek nîşanî wan da. Wî du daxuyanî di ser hesabê xwe yê fermî yên Medya Civakî re belav kirin.
Hêzên PDK'ê 13’ê Kanûnê li derdora gundê Sêgirê yê Amediyê êrişî yekîneyeke HPG'ê kiribû û di êrişê de 2 jê bi giranî 3 gerîla birîndar bûbûn.
Di peyamekê de wî êrişa li dijî gerîlayan weke yeke divê "bê şermezarkirin" bi nav kir û bang li aliyên Kurd kir ku pirsgirêkên xwe "bi diyalogê" çareser bikin. Ne gilî, ne xasûkî ne jî tiştekî din. Yekser rastî û dilsoziya bi berjewendiyên Kurdan re. Daxuyaniya wî wisa ye: "Êrişa hêzên PDK`ê ya li dijî gerîlayên PKK`ê cihê şermezariyê ye û dê destkeftiyên doza kurdî têk bibe. Em banga rawestandina êrişan û çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê dikin."
Ev ne tenê di vê mijarê de wisa ye, Mezlûm Ebdî di peyama din de jî bal bire ser êrişeke li dijî ofîsa ENKS ya li Amûdê. Wî hem êrişkar hişyar kirin û hem jî hêzên ewlehiya hundir da ku bi erka xwe ya astengkirina êrişan û taqîba sûcdaran rabin: "Mafê tu kesî nîne êrîşî nivîsgehên ENKS û tu partiyên siyasî li Rojava bike, Hêzên Ewlehiya Hundirîn dê li gorî qanûnê bi erka xwe rabin."
Mesrûr Barzanî bêbextî û muxbirî kir
Em li helwêsta serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî vegerin. Wî jî di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re peyamek da, helbet bi îngilîzî, da ku derewên eşkere bi Kurmancî rût û tazî nebin: "Ez bi hişkî êrişa kujer a PKK'ê ya li dijî hêzên pêşmerge ya doh (pêr) li Dihokê şermezar dikim. Komê di van mehên dawî de sê endamên hêzên ewlekariyê kuştin."
Ji derewên êdî eşkere ya pêşî îdîaya êrişa PKK'ê ye; çawa ku şahidên di kanala Mesrûr Barzanî ya televîzyonê K24'ê de jî xweşîk ta bi derziyê ve kirin: PKK'ê ti êriş nebiriye ser pêşmerge. Derewa din jî bi daxuyaniya wezareta pêşmerge eşkere bû; kesê ku îdîa hat kirin di bûyerê de hatiye kuştin, ne pêşmerge ye.
Mesrûr Barzanî gava ku bi telefonê bi nûnerê DYE'yê Rayburn re peyiviye jî ne weke serokwezîrekî lê weke muxbirekî tevgeriyaye. Li gorî ofîsa Mesrûr Barzanî bi xwe, wî gotiye, bila "êdî" nehêlin ku alîkariyên ji QSD'ê re diçin bigihîjin PKK'ê û QSD ji tesîra PKK'ê bê xilaskirin. Di heman axaftina bi telefonê de Mesrûr Barzanî muxbiriya xwe dewam kiriye bi wan derewên li ser êrişa nêzî Amediyê de.
Dewleta Tirk a ku helwêsta Mesrûr Barzanî li gorî dilê wê ye, ji daxuyaniyê ewqasî razî bû ku di cih de bi destê ajansa xwe ya dewletê AA'yê bi gelek zimanan belav kir.
HEWLÊR