Çareserî di dest Sûriyeyiyan de ye

Sêşem 13 Tebax 2024 - 02:40

Endama Desteya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif Yusif di Kongreya 5`an a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de axivî. Foza Yûsif geşedanên siyasî yên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê, bandorên wê li ser herêmê, armanca êrişê dawî yên li ser kantona Dêrazorê û çareseriya aloziyê û helwestên hêzên herêmî li hember Sûriyeyê nirxandin. Foza Yûsif diyar kir ku şerê cîhanê yê sêyemîn bi rê û rêbazên cuda dewam dike û got:"Rojhilata Navîn navenda şerê cîhanê ye. Sedemekî vê yekê ew e ku rêyên bazirganiyê yên serekê di vê herêmê re derbas dibin." Foza Yûsif anî ziman ku divê gelên herêmê siyaseteke rast bimeşînin û bi awayekî rast geşedanan binêrin, di serî de projeya Rêveberiya Xweser destkeftiyên hatin bidestxistin biparêzin. Foza Yûsif bal bire ser êrişên çeteyên Difa El Wetenî û komên girêdayî hikumeta Şamê yên li dijî rojhilatê Dêrazorê kir û got:"Rewşa li Dêrazorê berdewama hewldanên têkbirina projeya me ye. Careke din hikumeta Şamê dixwaze Sûriye vegerîne beriya 2011’an." Foza Yûsif bi bîr xist ku bûyerên li Dêrazorê berdewama binketina heman aliyan e ku sala 2023’an xwestin fitneyê derxin û wiha domand:"Şoreşa me hîna negihiştiya armanca xwe, gef mezin in. Armanca normalîzekirina di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de, bi beşdariya hêzên herêmî û navneteweyî û hêzên din firehkirina qada şer û kûrkirina aloziya Sûriyeyê ye. Di heman demê de ji bo têkbirina destkeftiyên gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."

Çareserî ne li Astana û Cenevreyê ye

Foza Yûsif diyar kir ku helwesta partiyên siyasî yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sabit e û got:"Diyalogên navxweyî rêya yekane ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye. Gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bi hêzên xwe yên leşkerî êrişan bê bersiv nehêlin û wê nehêlin rewş vegere beriya 2011’an." Foza Yûsif bang li hikumeta Şamê kir û wiha got: "Divê hikûmeta Şamê dev ji çareseriya leşkerî berde.’’

Foza Yûsif diyar kir ku vebijêrka leşkerî ya hikumeta Şamê pejirandiye û êrişên çeteyên Dîfa El Wetenî yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk, li gorî berjewendiyên dewleta Tirk e û wiha got “Gelên herêmê ji diyalogan re vekirî ne û çareserî di destê sûriyeyiyan û li ser axa Sûriyeyê ye ne li Astana û Cenevreyê ye.”

NÛJINHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.