Çarenûsa 12 welatiyan

Çarşem 27 Nîsan 2022 - 22:15

  • Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Dewleta Tirk li rex êrişan, êdî ji nav xaka Başûrê Kurdistanê xelkê sivîl jî direvîne.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Dewleta Tirk li rex êrişan, êdî ji nav xaka Başûrê Kurdistanê xelkê sivîl jî direvîne.

Roja 15’ê Nîsanê dema serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokkomarê Tirkiyê Tayyip Erdogan re di civînê de bû, leşkerên artêşa Tirk a dagirker 12 welatiyên Herêma Kurdistanê di nav xaka Başûr de girtin  û hejmarek hespên welatiyan jî telef kirin. Herwiha di dema girtinê de êşkence li welatiyan kirin. Kesên hatine girtin, xelkê gundên Dîla, Malmaluk û Mîdan ên ser bi Sîdekan a navçeya Soran a Hewlêrê ne.

Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, 16’ê Nîsanê derbarê girtina welatiyan de gotibû; “Saziya Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêmê, bi aliyên peywendîdar yên dewleta Tirk re, di nava têkiliyê de ye û derbarê binçavkirina welatiyan de lêkolînê dike. Ti sedemek nîne ku xelkê sivîl li herêmê bibin qurbanî.” Lê heya niha bi çarenûsa 12 welatiyên ji nav xaka Başûrê Kurdistanê hatine revandin, nayê zanîn.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.