Careke din Parîs û careke din sê şehîd...

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 29 Kanûn 2022 - 01:05

Di ser komkujiya yekemîn a Parîsê re deh sal derbas bûn. Di komkujiya yekemîn de sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyle Şaylemez hatin qetilkirin. Yê ku komkujî pêk anî hat girtin û piştî bi demekê hat ragihandin ku kujerê hersê jinên şoreşger Omer Guney li girtîgehê miriye. Ew jî mirineke bi guman bû. Dibe ku hatibe kuştin, an jî nemiribe revandibin devereke din. Welhasil di encamê de Fransayê ew komkujî ronî nekir û ser bûyerê girt. Ji bo wê komkujiyê gelek belge hatin pêşkêşkirin. Du rayedarên MÎT'ê dema ku li Silêmanî ji aliyê gerîlayan ve hatin girtin, li ser komkujiyê îtîrafên wan hebûn. Wan bi xwe jî digot bê çawa MÎT'a Tirk ew komkujî plan kiriye. Wekî din axaftinên dengan hebû û gelek belgeyên din. Lê dîsa jî Fransayê guh neda wan belgeyan, ango dengê xwe li dewleta Tirk nekir.

Eger Fransayê piştperdeya komkujiyê eşkere kiribaya, wê careke din komkujî pêk nehatibûya. Piştî bi 10 salan dîsa li Parîsê sê şoreşgerên din hatin qetilkirin. Li dijî navenda çandê ya Kurd a Ahmet Kaya êrişeke çekdarî çêbû û di encamê de Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdurahman Kizil şehîd bûn. Di nava rojê de kujerê ku ferman ji dewleta Tirk girtibû berê xwe da taxa ku komele û dikandarên Kurd lê bûn. Bi awayekî plankirî pêşî berê xwe da komeleya Kurd û di êrişa xwe de siyasetmedar û hunermend kirin hedef. Yê ku ew şandin wê derê dizanîbûn bê kî li wê derê heye. Wan dizanîbû bê wê kê bikin hedef. Piştî çavdêrî û kontrolan ew kujer şandin wê derê. Kesê kujer nû ji girtîgehê derketibû û di bin çavdêriyê de bû. Di nava 11 rojan de wî kujerê çawa ewqasî zû plana komkujiyê kiribû û ew sîleh ji ku derê anîbûn ? Ev cihê gumanê ye. Kesê kujer dibêje ew nijadperestek e. Eger nijadperest bûya wê yekser her kes gulebaran kiriba. Eger kesekî nû ji girtîgehê derketibe wê çima careke din berê xwe bide girtîgehê ? Gelek pirs hene ku bersiva wê tê zanîn, lê Fransa rastiyan vedişêre.

Eger li kamerayên wê taxê were meyzandin, wê bê dîtin ku wê rojê kî çûye wê taxê û çavdêrî kiriye. Ji dîmenên kamerayan wê gelek tişt werin dîtin. Wekî din ew kesê êrişkar çima û çawa ji girtîgehê hatiye berdan. Dibe ku berdana wî ya ji girtîgehê jî plankirî be. Lewma divê parêzên dozê xwe bighînin dosya wî kesê kujer û li têkiliyên wî bipirsin. Vî kesî li girtîgehê bi kêre têkilî danîne û kî çûye hevdîtina wî ? Ev ne bûyereke ji rêzê ye ku di nava çend rojan de plana komkujiyê kiribe. Plana vê komkujiyê beriya bi mehan hatiye danîn.

Her kes dizane ku Fransa wê vê bûyerê jî ronî neke. Eger beriya bi deh salan komkujiya yekemîn zelal kiriba, niha em li ser komkujiya duyemîn nediaxivîn. Lê mixabin Fransa jî şirîkê vê komkujiyê ye. Eger birastî jî ne şirîk be, wê demê rastiyê eşkere bike. Her kes dizane ku eger Fransa nebêje erê, dewleta Tirk nikare reşkûjiyan li welatê wî bike. Di vê komkujiyê de para Fransayê jî heye. Lewma naxwaze rastiyê eşkere bike. Em nabêjin dewlet û hukûmet di nava meselê de ne. Lê îstîxbaratên Fransa û Tirkiyê di nava meselê de ne. Kurdan çawa ku kujer girtin, dikarin bi vî rengî jî rastiya meselê zelal bikin. Parêzerên malbatan dikarin xwe bighînin gelek detayan û rastiyan ji raya giştî re ragihînin. Di komkujiya yekemîn de jî heman tişt hat kirin. Ji bo Kurdan û raya giştî her tişt zelal e. Ji bo komkujiya yekemîn ewqas belge hatin pêşkêşkirin, lê tevî vê yekê jî Fransayê dengê xwe li dewleta Tirk nekir. Fransa dizane ku hinek tiştan tev bide, wê hevkariya wê jî were xuyakirin. Ji bo vê yekê hin hêz hene ku ji Fransayê re dibêje dengê xwe neke. Wekî ku dewleta Tirk ji komkujiyê berpirsiyar e, dewleta Fransa jî ew çend sûcdar e !

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.