Çar parçe li Qendîlê bûn

Çarşem 22 Adar 2023 - 00:22

Li Başûrê Kurdistanê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê ji bajar û navçeyan bi hezaran kesî bere xwe daye Qendîlê.

Xelkê ku li vir şeva xwe derbas kirin, dest bi pîrozbahiyan kir û li ser girên derdorê agir pê xistin.

Ciwanan jî bi meşeke meşaleyî şeva Qendîlê ronî kir.

Bi rojane ji çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran kes ji bo tevlî Newrozê bibin, berê xwe dane Qendîlê. Pîrozbahiya Cejna Newroza Qendîlê bi coşek mezin destpê kir.

Bi tevlîbûna hezaran kesî yên ji çar aliyên Kurdistanê Newroza 2023’an a Qendîlê bi dirûşma ‘Bi xurtkirina têkoşînê Peymana Sedsalî tine dikin û Kurdistanê diparêzin’ bi coş destpê kir.

Qada Newrozê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên PKK’, KJK, PAJK,HPG, YJA Star, KCK li qadê hatibûn daliqandin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê û pêxistina agirê Newrozê ya ji aliyê malbatên şehîdan ve destpê kir.

 

Divê xeta xiyanetê mehkûm bikin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji bo pîrozbahiya Newrozê peyameke bi dîmen şand û got;’’Çawa gerîla û Rêber Apo li ber xwe didin, destanan dinivîsînin, gelê me jî divê li her cihî berxwedanê bilind bike. Divê gelê me qada Newrozê bike qada berxwedan û serketinê. Tê zanîn di zîndana Amedê de di bin şert mercên herî zor û zehmet de, her kesî digot ev nikarin tiştekî bikin, tiştek pêk nayê. Bi pêşengtiya hevrê Mazlûm û Kemal serketineke mezin hate bidestxistin. Derbeyeke mezin li dewleta Tirkiye dan.Eger em gihiştin van rojan, li ser wê berxwedanê, li ser wî ruhî em gihiştine îro. Him tevgera me hem jî gelê me, di hemû şertan de, heta îro bi vî ruhî li ber xwe da û serketinên mezin bi dest xistin. Gelê me ti demê jiyana bêrûmet, bênasname û bêstatû qebûl nekir. Ji niha şûn ve jî qebûl nake. Divê vê her kes fam bike. Ew berxwedana 50’î salî ji bo vê pêş xist, divê em yekîtiya xwe ya netewî xurttir bikin. Hemû xeta xiyanetê, ya ku ser navê Kurdî tên kirin, divê mehkûm bikin, li hemberî wan bin. Ruhê Newrozê ti demê sîxûrî û xiyanetê qebûl nake.

 

Bi heybeta Qendîlê derketin ser dikê

Peyamên  KJK û Tevgera Azadî hatin xwendin.

Di bernameya Newrozê de Koma Mûzîkê ya Mexmûr, Koma Awazên Çiya, Koma Mûzîkê ya Ajwan her wiha hunermendên bi navê Luqman Selîm, Firmêsk, Adil Hewramî, Jîna Saqizî û Ehmed Sengawî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.