HDP'ê Roja Rojnamevaniya Kurdî bi peyamekê pîroz kir.
Doh Roja Rojnamevaniya Kurdî bû. 123 sal berê di 22'yê Nîsana 1898'an cara yekem Mîqdad Mîdhed Bedirxan li paytexta Misrê Qahîreyê Rojnameya Kurdistan çap kir. Roja çapkirina ewil a Rojnameya Kurdistan wek Roja Rojnamevaniya Kurdî tê qebûlkirin. Ev roj ji sala 1973'yan ve tê pîrozkirin.
Peyama HDP'ê ya ku bi îmzeya Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê û Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê Tayîp Temel hatiye belavkirin wiha ye: "Li ser rêça Rojnameya Kurdistanê, heta îro bi hezaran kovar û rojnameyên Kurdî hatin derxistin. Gelek nivîskar û rewşenbîr di bin ronahiya vê tradîsyonê de, fikr û ramanên xwe bi gelê xwe re parve kirin. Ji Rojnameya Kurdistanê heta îro, rojnamegerî di heman demê de bûye xeteke têkoşîn û berxwedanê. Li dijî rûreşiya desthilatdarên faşîst, Rojnamegeriya Kurdî şopa li ser heqîqetê bi bawerî û dilsozî didomîne. Ji ber vê taybetmendiya xwe, îro karakterekî xweser ê Rojnamegeriya Kurdî çêbûye: ev karakter li ser welatparêzî, heqîqet û wêrekiyê berz û bilind dibe.
Doh jî îro jî li ber xwe da
Rojnamegerên Kurd wek doh îro jî berxwedana xwe didomînin; li dijî qedexe, sansûr, tirsandin û gefan rojnameger tu carî ji riya heqîqetê venegerin û têkoşîna xwe berdewam dikin. Rojnamegerên Kurd bi xebat û xîreta xwe nehiştin êriş, kuştin û zext bên veşartin, bi fedakarî xizmeta gelê xwe kirin. Lewre ew her dem bûn hedefa gefên desthilatdaran; hatin kuştin, girtin, sirgûnkirin. Bi taybetî, li Tirkiyeyê, di tarîtiya salên 90’an de gelek rojnamegerên Kurd rastî êrişan hatin, bi dehan rojnemegerên Kurd hatin qetilkirin û girtin. Xwestin ku bawerî û vîna rojnamegerên Kurd bişikînin û wan ji şopa heqîqetê vegerînin, lê wan tu carî serî netewand û çok venedan."
ENQERE