Çapemeniya Kurd hedefa bombebaranê ye 

Duşem 26 Tebax 2024 - 02:15

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkilî qetilkirina rojnamevanên Kurd daxuyaniyeke nivîskî da. ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de êrîşên dewleta Tirk ên salên 90’î yên li ser çapemeniya Kurd bi bîr xist û got,’’Kedkarên çapemeniya Kurd hê jî dibin hedefa bombebaranan’’ û suîkasta terorî ya li ser çapemeniya azad şermezar kir.

Salên 90’î bombe dikirin

ÎHD’ê her wiha bang li saziyên serbixwe kir ku lêkolîna êrîşê bikin.

Daxuyaniya nivîskî ya ÎHD’ê ya têkilî êrîşa Tirk a li ser çapemeniya azad wiha ye: “Di salên 90’î de hat xwestin ku rojnamevanên Kurd bi binçavan û bombekirina avahiyên rojnameyan bêdeng bimînin lê ev bi ser neket. Kedkarên çapemeniya Kurd hê jî dibin hedefa bombebaranan. 

Bila saziyên serbixwe lêkolîn bikin

Em parêzvanên mafên mirovan vê bûyerê wek qetlîama rojnamevanan dinirxînin. Li herêma navborî demek dirêj e Tirkiye operasyonên leşkerî lê bi rê ve dibe. Ji bo faîlên vê êrişa ku du rojnmevanên jin têde hatine qetilkirin derkevin holê, em hikûmeta Iraqê, dewleta Komarê ya Tirkiyeyê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê vedixwînin berpirsiyariyê. Her wiha em daxwaz dikin ji bo ku saziyên serbixwe bûyerê lêkolîn bikin, alîkarî bê temînkirin.” 

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.