Mamoste Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Şîrîn Elemhûlî û Elî Heyderiyan ku 9'ê Gulana 2010'an li Girtîgeha Evîn a Tehranê hatin darvekirin, li Stockholmê hatin bîranîn.
Civîna bîranînê li Komeleya Kurd a li paytexta Swêd Stockholmê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.
Di civînê de hevalên girtîgehê yên her çar cangoriyan bi rêya tora civakî qala bîranînên xwe û têkoşeriya bi hevalên xwe re kirin. Qisekeran hemûyan, kiryarên Îranê yên li dijî mirovahiyê şermezar kirin.
Di dewama bîranînê de peyama Hevseroka KODAR'ê Gulan Fehîm hate nîşandan. Piştre siyasetmedarê Kurd Senanîk Onen li ser wateya şehîdan axivî û anî ziman ku Girtîgeha Amedê ji bo tevgera azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê çi be, berxwedana her çar cangoriyan a li girtîgeha Evînê ya Tehranê jî ji bo têkoşîna Rojhilatê Kurdistanê xwedî heman wateyê ye.
ANF/STOCKHOLM