Canê Heyder hate rizgarkirin
Çarşem 5 Cotmeh 2022 - 02:40
Mala Êzîdiyan a Herêma Cizîrê ragihand ku zaroka Êzîdî Canê Ziyad Heyder a 15 salî ji kampa Holê hatiye rizgarkirin. Canê Heyder di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê de 3’yê Tebaxa 2014’an hatibû revandin.
Mala Êzîdiyan got, wan bi koordînaya bi rêveberiya Kampa Holê û hêzên ewlehiyê yên li kampê re, Canê Ziyad Heyder rizgar kiriye û zarok niha li Mala Êzîdiyan e: "Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê bi koordînaya rêveberiya kampa Holê û Asayîşa kampê, keça bi navê Canê Ziyad Heyder a ji gundê Solax ê Şengalê ku sala 2007'an ji dayik bûye, rizgar kir. Piştî çend serdanên ji bo kampê, keça ku roja 3’yê Tebaxa 2014’an ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞ'ê ve tevî bi hezaran zarok û jinan hatibû revandin, hat naskirin û niha li Mala Êzdiyan e."
ANHA/QAMIŞLO