Çanda Qesrînê ya dîrokî diparêzin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 19 Cotmeh 2024 - 00:23

ÎXLAS HAMRUNÎ / NÛJINHA / TÛNIS

Li Qesrîna ku herêmeke dîrokî ya Tûnisê ye; jin xwedî li mîrasa çandî derdikevin, diparêzin û radigihînin nifşên pêşerojê. Jinên Qesrînê balê dikşînin ku rêûresmên çandî ya ku xwe pê îfade dikin, nasnameya wan bi xwe ye.

Herêma Qesrînê ya Tûnisê, li beşên navîn e û cihekî dîrokî ye. Rola jinan di parastina mîrasa çandî ya li herêma Qesrînê pir girîng e. Jinên li Qesrînê, gelek bi mîrasa xwe ve girêdayî ne û bi hezkirin diparêzin. Bi taybetî kevneşopiya xwe ya gotinî, stran û çîrokên xwe, weke riya vegotina hest û ramanên xwe bi kar tînin. Jin ligel jiyandina vê mîrasa çandî, nû dikin û hewl didin bi îro re ahenga wê çêbikin.

Saniye Hasnî da zanîn ku jin ji dil û can bi çanda xwe ve girêdayî ne û got: "Me mîrasa çandî ji pîr û kalên xwe girtiye, di rojên weke dawetan de dema em li hev kom dibin em pê dijîn û bi kar tînin. Jin ji bo parastina vê çandê bi biryar in. Ji bo van kevneşopiyan ji nivşên pêşerojê re ragihînin, her dem tên ba hev û behsa girîngiya nirxên çandî dikin.”

Berfirehiya mîrasa çandî

Saniye Hesnî diyar kir ku mîrasa çandî tenê bi wêjeya gotinî re bi sînor nîn e, axaftina xwe wiha domand: “Mînak Qula ya ku em li metbexê bi kar tînin heye. Nêzî 40 jin li malek kom dibin, biharat û xwarinên ku salek bixwin amade dikin. Ev yek jî ji demên berê maye. Mîrasa çandî di heman demê de reqs e, folklor e, teşîrêsî û hemû tiştên ku ji hiriyê tên çêkirin e. Mînak barnous cilekî mêran ji ‘hiriyê tê çêkirin’ û betaniyeyên meşhûr ên Qesrînê ji hiriyê tên çêkirin hene. Berhemên wiha em girîng dibînin û diparêzin.”

Nesrîn Helalî diyar kir ku ji bo kevneşopiyên wan werin parastin û bigihîjin siberojê divê derfet û piştgirî ji jinan re werin dayîn. Nesrîn Helalî, mîrasa çandî, weke çalakiyên rojane yên çêkirina xwarinê, stran û helbestan pênase kir û bal kişand ser girîngiya parastina vê mîrasê.

Mîrasê digihînin nifşên nû

Helbestvan Doha Boutrah, bal kişand ser girîngiya jiyandina çandê ji aliyê jinan ve û diyar kir ku parastina vê mîrasê, berdewamiya nasnameyê ye. Doha Boutrah got ku di warê dîrokê de xebatan dimeşîne, diyar kir ku hezkirina dîrokê, di parastina çandê de girîng e û got: “Jinên li Qesrînê, ji bo parastina mîrasa çandî û ragihandina ji nifşên nû re roleke mezin dilîzin. Ji bo kevneşopiyan bidin jiyîn û van nirxan bi pêş bixin, di nava hewldaneke mezin de ne.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.