Çanda bajêr zindî dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 23 Sibat 2024 - 00:48

YUSRA AL-EHMED / NÛJINHA / REQA

Reem Dhîab, ji ber sedemên aborî bi du zarokên xwe yên keç re ji Şamê koçî bajarê Reqayê kir. Reem Dhîab a 37 salî, salek berê li Reqayê bi xwaringeha ku bi navê "Dallah And Fanjan" vekir re ket nava xebatan. Reem Dhîab a ku xwaringeha xwe bi şêwaza mitbexa Levant a kevneşopî ya Şamê dîzayn kir, wiha got: “Min xwest çand û mîrateya bajarê xwe û bîranînên xwe yên li wir zindî bikim. Min hewl da di dekorê de sêwirana Levant û klasîk bikim. Atmosfera bêdeng û sade mirovan vedigerîne raboriyê û pir kes jî vê yekê tercîh dikin.”

Reem Dhîab, da zanîn ku bi pergala neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbûye re hemû mafên jinan di jiyanê de hatine misogerkirin û got: “Jin li vir di hemû qadên jiyanê de cihê xwe digrin û di hemû astan de rolên aktîf dilîzin. Ji bo jinan şert û mercên guncav tên avakirin û derfetên ku dikarin bi xebat û projeyên xwe pêk bînin tên pêşkêşkirin. Ez heyranê projeyên ji aliyê jinan ve tên destpêkirin im. Civak her dem jinan qels dibîne. Min bi îradaye xwe nêrînên civakê guherand, projeya xwe bi pêş xist û jêhatibûna xwe îsbat kir. Dema em li cihê xwe bisekinîn, serkeftin pêk nayê. Divê em îradeyek xurt nîşan bidin û wêrek bin. Divê çiqas astengî hebin jî jin dev ji xwe bernedin.” Reem Dîab, anî ziman ku proje û planên cuda yên dixwaze pêk bînê jî hene:“Yek ji wan jî xwaringeha jinan a Sabahiyat a navdar a li bajarê min e. Ez ê bi vê projeyê hewl bidim ji bo gelek jinan derfetên kar misoger bikim. Kedkarên li wir wê jin bin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.