Çalakvana Kurd xelat wergirt

Duşem 11 Kanûn 2023 - 00:22

Çalakvana Kurd Hêro Wekîl di warê parastina jîngehê de li ser asta navneteweyî xelata ‘Lehengên Jin ên Mafên Jîngehê yên 2023’an’ ku ji aliyê Navenda Mafê Mirovan a Cenevreyê ve hate dayîn, wergirt. Çalakvana parastina jîngehê ya Kurd Hêro Wekîl li ser medya dijîtal ragihand ku di warê parastina jîngehê de li ser asta navneteweyî xelata ‘Lehengên Jin ên Mafên Jîngehê yên 2023’an’ ku ji aliyê Navenda Mafê Mirovan a Cenevreyê ve tê dayîn, wergirtiye. Navenda Mafê Mirovan a Cenevreyê her sal di 10’ê Kanûnê de di heman demê Roja Cîhanê ya Mafê Mirovan de xelatan belav dike. Hewleke ji bo rêz lê girtina ji kesên ku di warê parastina mafê mirovan de têkoşîn dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.