Çalakiyên li Îranê dewam dikin

Duşem 24 Cotmeh 2022 - 01:31

Li dehan bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên şermezarkirinê zêdeyî meheke dewam dikin. Dawiya hefteyê li gelek bajaran grevên giştî hebûn.

Ji 16'ê Îlonê û vir ve ku jina Kurd Jîna Emînî li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqê ve hate qetilkirin, çalakiyên şermezarkirinê têne lidarxistin. Li gel êrîşên giran ên hêzên dewletê, girtin, gefxwarin û êşkenceyê jî her roj li dehan bajaran çalakî pêk tên. Li herêma Tehranê, Azerbaycan, li eyaletên Rojhilatê Kurdistanê Xuzistan, Îsfahan, Hurmuzgan û Sîstan-Belûcistanê çalakî hatin lidarxistin.

Roja Şemiyê bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê li bajarên Sine, Bane, Merîwan, Bokan û Mahabadê greva giştî hebû. Dikan nehatin vekirin. Li heman bajaran û li Kirmaşan, Ûrmiye û Seqizê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li gelek deveran agir hatin dadan, dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn. Li gelek bajaran di navbera hêzên dewletê û xwepêşandêran de şer qewimî.

Xwendekaran jî li gelek bajaran çalakî lidar xistin û ders boykot kirin. Li ser banga sendîkaya mamosteyan jî biryar hate dayin ku ji vê Yekşemê û pê ve ji bo du rojan grev bê kirin. Xwendekar jî wê tevlî grevê bibin.

Li gorî çavkaniyên muxalîf çalakiyên şermezarkirinê li 195 bajaran belav bûn.

Rêxistinên mafên mirovan û çavkaniyên muxalîf dibêjin heta niha ji 200 heta 400 kesî ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.